Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) yasaya di Qanûna Cezê ya Tirkan (TCK) de ya ku "li ser navê rêxistinê bêyî ku endamê rêxistinê be sûc bike" betal kir.
Li gor biryara ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin, Dadgeha Cezayê Giran a Patnosê û 22emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê gotine, beşa 6emîn a xala 220emîn a TCKyê ya ku “li ser navê rêxistinê bêyî ku endamê rêxistinê be sûc bike" li dijî xalên 2,13 û 38emîn xalên Dadgeha Destûrê ye û ji bo biryar were betalkirin serî li Dadgeha Destûra Bîngehîn dane.
Dadgeha Destûra Bingehîn di nirxandina daxwazê de, di biryara xwe de destnîşan kir ku hukmê ku îtîrazê lê tê kirin, hukmek qanûnî ya bi destkeftî ye û ji bo ku hukm teqez bê gotin, divê encamên ku dê ji sepandina wê derkevin pêşbînî bin.
Di biryarê de her wiha hat diyarkirin ku divê bê diyarkirin ku li dijî destwerdana desthilatdariya giştî ya li mafên bingehîn ên ku bi Destûra Bingehîn tên parastin tedbîrên parastinê di nav xwe de dihewîne yan na.
Dadgeha Bilind biryar da ku wê biryar piştî 4 mehan bikeve meriyetê.