Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana astengkirina pirtûkên neqedexekirî yên li girtîgehan nirxand.
Ji ber rêveberiyên girtîgehan pirtûkên neqedexekirî jî asteng dikin û nadin girtiyan, Sebahat Tûncel jî di nav de 11 girtiyan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû.
Civata Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn biryarên dadgeha bilind beriya niha ji bo hemû mijarê dabû bibîr xist û diyar kir ku weşanên demkî yan jî nedemkî yên bi rêya kargoyan an jî bi destê serdêran tên ji girtiyan re yan jî girtî bi xwe dikirin, nabe nedin girtiyan û wan asteng bikin. Dadgehê destnîşan kir ku bi vê re “mafê azadiya xweîfadekirinê” yê girtiyan tê binpêkirin.
Dadgehê di biryara xwe de xala 26an a Dadgeha Destûra Bingehîn bibîr xist ku derbarê belavkirina fikr û ramanan a bi rêya nivîs, wêna yan jî bi rêyên din pêk tên de ye.
Dadgeha Destûra Bingehîn diyar kir ku di vê mekanîzmayê de rêveberî li gorî kêfa xwe tevdigerin û ev jî nayê pejirandin. Her weha daxwaz kiriye ku ji bo ev rewş ji holê rabe, divê hin guhertinên yasayî pêk bên. (RT/FD