Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo biryara qedexekirinê ya Qada Taksîmê di dema pîrozbahiyên 1ê Gulana 2014an û 2015an de got ku, mafê sazkirina “civîn û meşên xwenîşandanê” hatine binpêkirin.
Li gorî vê biryarê, wê 18 hezar lîreyî bidin her ji yek ji Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DISK), Serokê wê demê yê DISKê Kanî Beko, Seroka niha Arzû Çerkezoglû û Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Dewletê (KESK) û Serokê wê yê wê demê Lamî Ozgenî.
Dadgeha Destûra Bingehîn di 1ê Gulana 2009an de jî biryar dabû ku mafê kesên xwestina ji Pangaltiya Şîşliyê ber bi Taksîmê ve bimeşin hatiye binpêkirin. Di wê çalakiyê de polîsan êrîşî xwenîşandaran kiribû.
DISKê ji bo êrîşa di dema çalakiya Taksîmê ya 1ê Gulana 2007an de pêk hatibû, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû. DMMEyê di biryara xwe de gotibû xala 11an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ya derbarê azadiya birêxistinbûnê hatiye binpêkirin.
DMMEyê biryara xwe ya duyem a derbarê mijarê de sala 2008an dabû. Wê gavê jî DISK û Yekîtiya Doktarên Tirk (TTB) serî li DMMEyê dabû. Dadgehê dîsa biryar dabû ku tundkariya polîsan a di 1ê Gulana 2008an de li Qada Taksîmê kiriye, sûc e û xwestibû Tirkiye tazmînatê bide mexdûran.
Dadgeha Destûra Bingehîn di biryara xwe ya nû de diyar kir ku astengkirin û qedexekirina çalakiya 1ê Gulanê ya li Qada Taksîmê, li gorî xala 34an a Destûra Bingehîn binpêkirina mafan. Ev xal derbarê sazkirina civîn û meşên xwenîşandanê de ye.
Piştî 7 salan biryar da
Walîtiya Stenbolê ji bo pîrozbahiyên 1ê Gulanê di sala 2014an û 2015an de li Qada Taksîmê werin qedexekirin, biryar dabûn. DISK û KESKê ji b ovan biryarên navborî serî li Dadgeha Destûrî dabûn. Dadgeha Destûra Bingehîn piştî serlêdanna bi 7 salan biryara xwe aşkere kir.
Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn îro di Rojnameya Fermî de hate weşandin. (AS/FD)