Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Dadgeha Destûrê (AYM) di serîlêdana şexsî ya Şahîn Alpay, rojnamegerê girtî de duyem car biryara minpêkirina mafan stand.
Ji ber biryara binpêkirina mafan a berê hatiye standin pêk nehatiye, AYMyê biryar girtiye ku di çarçoveya Xala 19em a Destûra Bingehîn de mafê ewlehiyê û yê azadiya şexsî û di çarçoveya Xala 36em de mafê dadgehkirina adil ê Şahîn Alpayî hatiye binpêkirin. Dadgehê her wiha biryar girt ku 20 hezar lîre tazmînatê bidin Alpayê.
“Dadgeha herêmî neçar e ku biryara AYMyê pêk bîne”
AYMyê 11yê Kanûna Paşiyê ya 2018yê ji bo rojnamegerên girtî Şahîn alpay, Mehmet Altan û Tûrhan Guneyî biryara binpêkirina mafan û tehliyekirina Altan û Alpayî dabû. 13emîn Dadgeha Cezayê Giran ji bo Şahîn Alpayî, 26emîn Dadgeha Cezayê Giran jî ji bo Mehmet Altanî biryar girtibû ku girtî bimîne ku AYMyê ji bo wan biryara binpêkirina “mafê ewlehî û azadiya şexsî” û ya “azadiya xweîfadekirin û çapemeniyê” standibû.
Li gorî nûçeya di rojnameya Hurriyetê de hatiye belavkirin, parêzerên Altan û Şahînî ji ber ku dadgehan biryara AYMyê pêk neaniye bi hinceta ku “mafê azadî u ewlehiyê yê şexsî” hatiye binpêkirin careke din serî li Dadgeha Destûrê dane.
AYMyê di civîna xwe ya îro da biryar girt ku mafê Şahînî hatiye binpêkirin. Di nûçeyê de hatiye gotin ku Dadgeha Destûrê di biryara xwe de destnîşan kiriye ku dadgeha herêmî neçar e biryara AYMyê pêk bîne, wê serîlêdana Mehmet Altanî paşê bê nirxandin.”
Çi bûbû?
Şahîn Alpay piştî hewldana derbayê ya 15yê Tîrmehê, 27ê Tîrmehê ya 2016yê di pêla pêşiyê ya desteserkirinan de hat desteserkirin. Ji wê gavê heta niha girtî bû.
Mehmet Altan jî di heman çarçoveyê de heman rojê hatibû desteserkirin û di 22yê Îlonê de hatibû girtin.
Alpay di doza rojnamegeriya Zamanê de, Altan jî di doza medyayê ya hewldana derbeyê de dihatin dadgehkirin û girtî bûn.
Derbarê Şahîn Alpayî de
Nivîskar, zanyarê siyasetê û rojnameger.
Sala 1944ê li Ayvalikê ji dayik bûye. Dibistana seretayî Dibistana Nîlufer Hatûn a Nîşantaşiyê xwendiye. Koleja Robertê qedandiye. Salên 1961-1962yê li DYAyê xwend. Fakulteya Zanistên Siyasî li Zanîngeha Enqereyê xwendiye. Dema ciwan bû li Partiya Şoreşvan a Karker û Gundiyan a Tirkiyeyê de cî girtiye ku serokê wê Dogû Perînçek bû.
Li Zanîngeha Stockholmê ya Swêdê doktora xwendiye. Di navbera salên 1982 û 1992yê de di Rojnameya Cûmhûriyetê de, di navbera salên 1993 û 1994ê de di rojnameya Sabahê de, di navbera salên 1994 û 2001yê de di rojnameya Milliyetê de weke edîtor û nivîskar kar kiriye. Di navbera salên 1992 û 1993yê de sekreteriya giştî ya Weqfa Lêkolînên Siyasî Ekonomîk û Sosyal a Tirkiyeyê (TUSES) kiriye û sala 1993yê demekê weke şêwirmendê komê yê CHPyê xebitî ye.
Di navbera salên 1999 û 2002yê de programa heftane ya bi navê “Nêrîna Entelektuel” li CNN Turkê bi rê ve biriye.
Sala 2001yê li Zanîngeha Bahçeşehîrê dersên Jiyana Siyasî ya Tirkan û Polîtîkaya Danberhev daye. Sala 2002yê li rojnameya Zamanê dest bi nivîsê kir. Di sala 2006ê de di Mehtap TVyê de yek ji pêşkêşvanên programa bi navê Deftera Hişê bû. Rojnameya Zamanê û Mehtap TV Tîrmeha sala 2016yê bi KHKyekê hatin girtin.
Bi Ingilîzî û Swêdî dizane. Zewicî ye û bavê du zarokan e. (BK/FD)