Dadgeha Destûrê daxwaza serbestiya Gulmenê û Ozakçayî qebûl nekir
![Dadgeha Destûrê daxwaza serbestiya Gulmenê û Ozakçayî qebûl nekir](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/187/839/original/gülmen_m.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dadgeha Destûra Bingehînê serdana serbestiya akademisyen Nûriye Gulmenê û mamoste Semîh Ozakçayî, bi gotina “Girtina wan a di girtîgehê de li ser jiyan, hevgirtina madî û manewî ya wan xetereyê çênake” û bi yekdengiyê qebûl nekir.
Gulmenê û Ozakçayî di serdana xwe de diyar kirin ku ew di bin xetereya mirin û seqetiyê dene û dawiyê li rewşa wan a girtîbûnê bînin û wan berdin.
Dadgehê di biryara xwe de destnîşan kiriye ku tenduristiya kesên ku serlêdane ji roja hatine girtin û şûn de tê şopandin, ji bo dermankirin û kontrolkirinê şandina wan a nexweşxaneya girtîgehê hatiye plankirin lê ev gav ji hêla serlêdaran ve nehatiye qebûlkirin.
Di biryarê de her wiha hatiye gotin ku doktorên girtîgehê çavdêriya wan dikin û rewşa wan dişopînin, her wiha ji bo rewşeke lezgîn her cure tedbîr hatine standin û ji bo rapor a man an jî nemana serlêderan a di girtîgehê de pêvajoya şandina wan a Saziya Tipa Edlî hatiye destpêkirin. (NV/FD)