Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgeha Destûra Bingehîn biryareke demkî daye ku dest deynin li ser hesabên alîkariya xezîneyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP).
Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind, duh derbarê destdanînê de duh bersivek şandibû ji Dadgeha Destûra Bingehîn re.
Bersiva Serdozgeriyê ji 11 rûpelan pêk hatiye û gotiye ku têkiliya HDPyê "ya bi PKKyê re" di dema dozê de jî dewam dike.
Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind ji Dadgeha Destûra Bingehîn re nivîsek şandibû û gotibû, "ji bo bikaranîna alîkariya xezîneyê ya di kar û barên ji derveyî yên partiyê de bên astengkirin, divê dest deynin li ser hesabên alîkariya xezîneyê yên HDPyê."
HDP wê di nava mehekê de xwe biparêze. Piştî mehekê Dadgeha Destûra Bingehîn wê vê biryarê careke gotûbêj bike û biryara xwe ya esasî bide.
Not: Îsal wê 539 milyon TL alîkarî ji xezîneya dewletê bidana HDPyê ku 179 milyonê wê dê di 10ê Kanûna Paşiyê de wê bidana.
(RT/FD)