Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) Zuhtu Arslan 12 sal in li dadgehê wezîfedar e. Ji ber ku dema wezîfeya wî bi dawî bû, dê sibê (21ê Adarê) ji bo serokê nû hilbijartin bê kirin.
Dema wezîfeya Arslan di 20ê Nîsanê de wê bi dawî bibe. Her weha ji ber vê yekê Arslan nikare bibe namzed lê wê bikaribe dengê xwe bide.
Hilbijartin wê di Lijneya Giştî de pêk were û ji 15 dengên endaman kî ji wan 8an bidest bixe dê ji bo heyama 4 salan serokatiya Dadgeha Destûra Bingehîn bike.
Ger ti endam nekaribe piraniya dengan bidest bixe, hilbijartin dê dubare bibe.
Li gorî agahiyên ku bianetê ji çavkaniyên Dadgeha Destûra Bingehîn bi dest xistine, ji bo serokatiyê navên Cîgirê Serok Hasan Tahsîn Gokcan ku li Dadgeha Destûra Bingehîn ji "baskê muxalefetê" ye û Yildiz Seferinoglû û Îrfan Fîdan ji "baskê desthilatê" ye derbas dibe.
(RT/AY)