Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ji ber ku partiya siyasî şert û mercên ku di qanûnê de hatine diyarkirin pêk neanîn biryara betalkirina hebûna qanûnî ya 3 partiyên siyasî da.
Li gor biryara ku di Rojnameya Rasmî de hat weşandin, Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind derbarê “Uyanış Partisi, Türkiye Yaşam Partisi û Yeni Yol Partisi” yê de doza girtinê" vekir.
Dadgeha Destûra Bingehîn daxwaza Serdozgeriya Komarî ya sê partiyan ya "Tespîtkirina belav bûna wan ya bixwe û li gorî vê yekê bidawîbûna hebûna ya qanûnî" nirxand.
Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku 3 partiyên navborî, ku tevî teblîxatê di dema pêwîst de parastin nekirine, 'bi awayekî xwebexş fesih bûne û bi awayekî hiqûqî tine bûne'.
(AY)