Fotograf: Ozgur Bogatekîn / Facebook
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
8em Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind sal û 15 roj cezayê girtîgehê yê Ozgur Bogatekîn, Midûrê Nûçeyan ê Rojnameya Gerger Firatê erê kiriye. Ji ber Omer Bilgin, Qeymeqamê Gergerê yê wê demê rexne kiribû, ceza li Bogatekinî hatibû birîn.
Her weha 9em Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Dîlokê serlêdana Bogatekînî qebûl nekiriye ku bi îdiaya di sala 2018an de heqaret li Recep Tayyîp Erdogan, Serkowezîrê wê demê kiriye 10 hezar TL cezayê pereyan li Bogatekînî hatibû birîn û Bogatekîn li hemberî vê biryarê derketibû. Her dû biryar jî di 4ê Hezîranê de hatine aşkerekirin.
Cezayê 8em Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind biryara xwe ji Bogatekînî re şandiye. Çavlirê ye ku di nava çend rojan de ev biryar pêk were.
Ji ber nivîsên di sala 2013 û 2014an de nivîsandine doz lê vekiribûn
Ji ber di nivîsên xwe yên sala 2013 û 2014an de rexne li Omer Bilgin, Qeymeqamê Gergerê yê wê demê kiriye, lêpirsînname ji bo Bogatekînî hatibû amadekirin. Di sala 2014an de li Dadgeha Asliyeyê ya Cezayan a Gergerê doz li Bogatekînî hatibû vekirin û di encama dadgehkirinê de sal û 5 roj cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Parêzerê Bogatekînî ji bo biryar neyê qebûlkirin serî li Dadgeha Bilind dabû. Piştî 6 salan ev biryar hatiye dayîn.
Ji ber heman nivîs û nûçeyan lêpirsînname ji bo Haci Bogatekîn, berpirsê giştî yê weşanê yê heman rojnameyê hatibû vekirin. Dozgerî diyar kiribû ku nûçe û nivîs divê li gorî azadiya xweîfadekirinê werin nirxandin û lepirsîn bidawî kiribû.
"Dadwerê ceza birî ye niha girtî ye"
Huseyîn Bogatekîn, yek ji parêzerên rojnameyê got ku gelek dosya derbarê Ozgur û Haci Bogatekînî de hene û çend mehê berê ji ber beriya niha bi 12 salan nivîsek bi navê “FETO û Apo” nivîsandibû salek cezayê girtîgehê li bavê wî Haci Bogatekînî hatibû birîn û Dadgeha Bilind ev ceza pesend kiribû.
Huseyîn Bogatekînî wiha got: “Ew dadwerê ku di vê dozê de ceza dabû birayê min ji ber lêpirsîna derbarê FETOyê de hatiye girtin, ji karî hatiye avêtin. Dadgehkirina wî li Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê pêk hat û ji ber “êndamtiya rêxistina terorê ya bi çek” 9 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.
“Dadgeha Bilind ev cezayê ku vî dadwerî daye, niha pesend kir. Birayê min û bavê min ne ku wê bikaribin nûçeyan çêbikin wê niha bikevin girtîgehê. Bavê min wê di dema pandemiyê de bikeve girtîgehê û ji ber temenê wî em ditirsin.” HA/FD)