Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind, kurteya nû ya navê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan , DEM Partî pejirand.
Li gorî nûçeya Mehmet Aslan ku li Ajansa Mezopotamyayê weşiyaye, ev guhertin di malpera fermî ya Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind de jî cih girt. Kurteya navê partiye, DEM Partî û logoya wê ya nû jî di malperê de hat weşandin.
Serlêdana Partiya Çep a Kesk (YSP) jî ku piştî damezrandina DEM Partiyê di 24ê Çiriya Paşiyê de ji nû ve hat avakirin, hat qebûlkirin. Hejmara partiyên siyasî yên ku niha hatine avakirin û ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatine qebûlkirin gihişte 141an.
(AS/AY)