Ji bo nûçeya tirkî û îngilîzî bitikîne
Dadgeha Bilind, 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê yê li Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) yê berê hatibû birîn, pesend kiriye.
26emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, bi hinceta axaftina Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê a di pîrozbahiya Newroza 17ê Adara 2013an de ya li Stenbokê kiribû, 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê birîbû. Ev cezayê Demîrtaşî, ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatiye erêkirin.
Dadgeha Bilind balkêşe ku ev cezaya di roja(26ê Nîsanê) yekem danişîna doza Kobanê de pesend kiriye.
Umît Dede, Alîkarê Hevserokê Giştî yê Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê a HDPê derbarê biryara Dadgeha Bilind de îro daxuyaniya nivîskî daye û gotiye, “Dadgeh talîmata ku girtiye bi cih tîne.”
Dede weha gotiye, “Ev ceza bêhiqûqî ye. Dadgeha Bilind, tam jî di roja Doza Kumpasê ya Kobanê de, ev biryar daye. Ev biryar parçeyekê êrişên tesfiyekirina partiya me û hilbijêrên me ye. Lê li dijî vê xirabiya birêxistinkirî em ê bi ser bikevin.”
(AS/AY)