Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgeha Bilind, biryara cezayî ya ku Dadgeha 2yem a Cezayê Giran a Enqereyê bi tohmeta “Yasîn Boru kuştiye” daye Mazlûm Îçliyî, pesend kiriye.
Mazlûm Îçlî bi cezayê miebeta girankirî hatibû cezakirin.
Yargıtay, Mazlum’a verilen cezayı onadı: GEREKÇESİZ!
— Mahsuni Karaman (@av_mkaraman) August 16, 2023
Düğün görüntü kayıtları, HTS kayıtları ve tanık beyanları yokmuş gibi..
Neden mi?
Çünkü, Kobani kumpas davasında Demirtaş ve arkadaşlarına “azmettirme”den ceza vermek için fail lazım: Failin “Mazlum” olması da farketmiyor! https://t.co/NTIJb31q1Q
Li gorî nûçeya MAyê, parêzerê Îçliyî Mahsûnî Karamanî biryar li ser hesabê xwe yê medyaya civakî weşandiye:
“Dadgeha Bilind cezayê li Mazlûm Îçliyî hatiye birîn, pesend kir: BÊ SEDEM! Mîna ku dîmenên dawetê nehatibin tomarkirin, qeydên HTSyê û îfadeyên şahidan tunebin… Hûn dibêjin ji ber çi ye? Ji ber ku di doza fen û futan a Kobaniyê de ji bo bi tohmeta ‘pêdankirinê’ ceza bidin Demîrtaş û hevalên wî faîl lazim e: Ferq nake ku faîl ‘Mazlûm’ be.”
Mazlûm Îçlî di dema bûyerê de li navçeya Pasûrê ya Amedê li dawetekê bû ku 140 kîlometro dûrî wir e. Zava û ajokarê texsiyê yê Mazlûm Îçlî biriye dawetê jî li dadgehê ev zanyarî pesend kiriye. Her weha diyar bûbû ku di dema bûyerê de sînyalên telefonê navbera Pasûr û Licê nîşan didin.
Çi bûbû?
Bi îdiaya ku di dema çalakiyên 6 û 8ê Çiriya Pêşiyê ya 2014an de Yasîn Boru jî di nav de 4 kes kuştine, Mazlûm Îçliyê wê demê 14 salî bû, bi 124 salan cezayê girtîgehê hate cezakirin.
Dadgeha 2yem a Cezayê Giran a Enqerê bi tohmeta ku “xwestiye hevgirtina welatî têk bibe” û “4 kes kuştine” ev biryar dabû.
Ji bilî parêzerê Îçliyî Dozgerê Komarî jî li dijî biryarê serî li Dadgeha Îstînafê dabû.
Dozgerî jî gotibû ‘Ne li cihê bûyerê bû’
Dozgerî di daxwaznameya xwe de diyar kiribû ku li gorî rapora analîza HTSyê, derketiye holê ku delîlên berbiçav, pêbawer û ji hemû şik û gûmanan dûr nehatine peydakirin.
Daîreya 4an a Cezayan a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Enqereyê daxwaz nepejirand û dosye çû ber destê Dadgeha Bilind.
Daîreya 16an a Cezayan a Dadgeha Bilind biryara ku bi îdiaya ‘3 kes kuştine’ û ‘xwestine hevgirtina welatî têk bibi’ hatibû dayîn, pesend kiribû lê di sala 2020an de ya derbarê Yasîn Boruyî de nepejirandibû.
Di heman demê de bi dîmenan hatibûn delîlkirin ku Mazlûm Îçlî wê rojê, 140 kîlometroyan dûrî cihê bûyerê bû û tevî ekîba xwe ya muzîkê li dawetekê bû.
Di 28ê Gulana 2021an de danişîna dozê pêk hatibû û Dozgerê Komarî nêrîna xwe tevî sedeman aşkere kiribû. Dozgerî diyar kiribû ku li gorî delîlên hatine komkirin, divê Mazlûm Îçlî tehliye bibe.
Di 25ê Hezîrana 2021an de danişîneke din a dozê pêk hat û vê carê heman dozgerî xwest ku Mazlûm Îçlî bê cezakirin.
Heman rojê, dadgehê biryar da ku daxwaza dibêje ji ber kuştina sê kesan bila careke din bê dadgehkirin û bicihanîna cezayê Mazlûm Îçliyî bisekine, pejirandibû. Lê dozger li dijî vê biryarê derketibû û dadgehê jî li gorî daxwaza dozgerî, biryara xwe guherîbû.
Dadgehê di 29ê Îlona 2021an de bi tohmeta ku “Yasîn Boru kuştiye” cezayê miebeta girankirî dabû Mazlûm Îçliyî.
Parêzerê Îçliyi Mahsûnî Karamanî, serî li Dadgeha Bilind dabû. (AS/FD)