Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
16em Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê yê dadgehekê li Omer Faruk Gergerlîglû, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê biriye, pesend kiriye.
Ji ber peyameke wî ya li ser medyaya civakî ya di sala 2016yan de ceza li Gergerlîoglûyî hatibû birîn.
Di 21ê Sibata 2018yan de 2yem Dadgeha Cezayê Giran a Kocaeliyê bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” ceza li Gergerlîoglûyî birîbû.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, piştî ku 3yem Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Stenbolê biryara dadgeha herêmî qebûl kiriye, parêzerên Gergerlîoglû li Dadgeha Bilind li hemberî biryarê derketibûn.
16em Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind îro cezayê ku li Gergerlîoglûyî hatiye birîn, pesend kiriye.
Dadgehê di hinceta biryarê de gotiye ku lêpirsîn beriya Gergerlîoglû bibe parlamenter hatiye destpêkirin, peyketinê dewam kiriye û biryara cezayî hatiye dayîn. (RT/FD)