Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê yê berê Bekir Kaya jî di nav de cezayê di "Doza Sereke ya KCK'ê ya Wanê" ya 2012an de li 13 siyasetmedaran hatibû birîn ji aliyê Dadgeha Bilindî ve hatiye pesendkirin.
1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê 8 sal û 9 meh ceza li Bekir Kaya, Cuneyt Canîş, Velî Avci, Nezahat Erguneş, Halîs Çakir û Metîn Adûgît û 7 sal û 6 meh ceza li Mehmet Şîrîn Yildiz, Mûrat Dûrmaz, Îhsan Guler, Abdulkerîm Sayan, Mîhrîban Şah û Dervîş Polat û 6 sal û 3 meh ceza jî li Hacer Sarihanê birîbû.
Her wiha di Kanûna 2021ê de Dadgeha Bilind 8 sal û 3 meh cezayê ku bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" li Bekir Kaya hatibû birîn erê kiribû. Kaya zêdetirî 6 sal in di girtîgehê de ye.
Çi bûbû?
Di "Doza Sereke ya KCKê ya Wanê" de ku di sala 2012an de li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê destpê kiribû, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya, Cüneyt Caniş û Velî Avci her yekî 15 sal, Nezahat Erguneş, Halis Çakir û Metîn Adugit her yekî 13 sal û 6 meh, ji Mehmet Şîrîn Yildiz, Mihrîban Şah û Murat Durmaz re 12 sal, ji bo Îhsan Guler, Abdulkerîm Sayan û Dervîş Polat her yekî 9 sal, ji bo Hecer Sarihan jî 7 sal û 6 meh ceza hatibû birîn.
Dadgeha Wanê di sala 2012ê de hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Bekîr Kaya jî tê de ji bo 13 kesan bi sûcê “endambûna rêxistina terorî” biryara dayina cezayî da. Dadgehê ji bo her bersûcî biryar da ew ê 15 salan di girtîgehê de bimînin.
Biryar ji bo Dadgeha Bilind hatibû şandin.
(HA/AY)