Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Bilind di doza berpirsiyariya weşanê ya nobedar ya Ozgur Gundemê de ku bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin, biryara xwe aşkere kiriye.
3emîn Daîreya Cezê ya Dadgeha Bilind cezayên girtîgehê yê ku 13emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê li Ayşe Dûzkan û Ragîp Duran birîbû erê kiriye.
Bixwîne- Dadgehê cezayê girtinê daye 7 kesan
Her weha dadgehê di doza ku karmend û rêveber dihatin darizandin de jî cezayên girtîgehê yê Reyhan Hacîoglû, Huseyîn Guçlû û Tahîr Temel erê kiriye. Cezayê girtîgehê yê ku li Ayşe Batumlu Kaya, Huseyîn Aykol, Eren Keskîn û Reyhan Çapan hatibû birîn, betal kiriye.
Bixwîne-Cezayê 5 berpirsên weşana Ozgur Gundemê hatiye pesend kirin
Çi bûbû?
Piştî 24ê Tîrmeha 2015ê pevçûnan dest pê kir, gelek doz li Ozgûr Gûndemê hatin vekirin. Li hemberî zordariyan di 3yê Gulana 2016ê de Ozgûr Gûndemê Kampanyaya Nobedariya Berpirsiyariya Weşanê da dest pê kirin.
56 kes beşdarî kampanyayê bûn ku doza ''propagandaya rêxistina terorî'' li 49 wan kesên ku ji bo rojekê bûbûn berpirsên weşanê, hat vekirin.
Nobedarên Weşana Ozgûr Gûndemê, 38 rojnameger bi sûcên "propagandaya ji bo rêxistina terorî" û "çapkirin û belavkirina bang û daxuyaniyên rêxistinên terorî bi Xala 6. a Qanûna li Dijî Terorê ya 3713ê têne dadkirin.
Navê rojnamegeran: A. Kumru Başer, Ahmet Nesin, Ayşe Batumlu, Ayşe Düzkan, Beyza Üstün, Can Dündar, Celal Başlangıç, Celalettin Can, Cengiz Baysoy, Çilem Küçükkkeleş, Derya Okatan, Dicle Anter, Erol Önderoğlu, Ertuğrul Mavioğlu, Faruk Balıkçı, Faruk Eren, Fehim Işık, Hüseyin Tahmaz, Hakkı Boltan, Hasan Cemal, Hasan Hayri Şanlı, İbrahim Bodur, İhsan Çaralan, Julide Kural, M. Ali Çelebi, Murat Çelikkan, Murat Uyurkulak, Nadire Mater, Necmiye Alpay, Nevin Erdemir, Öncü Akgül, Ragıp Duran, Said Sefa, Şanar Yurdatapan, Şebnem Korur Fincancı, Tuğrul Eryılmaz, Veysi Altay, Yıldırım Türker.
Biryara neşopandinê ji bo 11 kesan hate dayîn. Ew ev in: İhsan Eliaçık, Melda Onur, Sabahat Tuncel, Ahmet Abakay, Eşber Yağmurdereli, Hasip Kaplan, Işın Eliçin, Kemal Can, Mustafa Sönmez, Uğur Karadaş, Nurcan Baysal.
Lêpirsînnameya li ser Deniz Turkaliyê hatibû amadekirin, ji ber ku dem di ser re borî bû, hatiye betalkirin.
Dadgehê derbarê 31 kesan de biryara xwe da ku ew ev in: Şanar Yurdatapan, İbrahim Bodur, Cengiz Baysoy, Hüseyin Tahmaz, Çilem Küçükkeleş, Nadire Mater, Yıldırım Türker, Hasan Cemal, Faruk Balıkçı, Dicle Anter, Derya Okatan, Kumru Başer, Ayşe Batumlu, Jülide Kural, Murat Uyurkulak, Murat Çelikkan, Beyza Üstün, Nevin Erdemir, Hakkı Boltan, Hasan Hayri Şanlı, Tuğrul Eryılmaz, Hüseyin Aykol, Ayşe Düzkan, Ragıp Duran, Öncü Akgül, İhsan Çaralan, Ertuğrul Mavioğlu, Celal Başlangıç, Celalettin Can, Fehim Işık û Faruk Eren.
4 kesan bearet kir
Dadgehê derbarê Hasan Hayri Şanli, Nevin Erdemir, Huseyin Tahmaz û Hakkı Boltanî de biryara beraetê da.
293 meh û 15 roj cezayê girtinê li 27 kesan hate birîn
Dadgehê li ser hev 67 hezar û 293 meh û 15 roj cezayê girtinê da 27 kesan.
Cezayê hin berpirsên weşanê nehate taloqkirin û ew ketin girtîgehê ku ew ev in: Murat Çelikkan di 14ê Tebaxa 2017ê de kete Girtîgeha Kirklareli û di 14ê Çiriya Pêşiyê ya 2017ê de ew şandin girtîgeha vekirî. Di 21yê Çiriya Paşiyê de hate berdan.
Ayşe Duzkan, piştî sal û 6 meh cezayê girtinê lê hate birîn û dadgeha istinafê ev cezayê wê pesend kir, 29ê Kanûna Paşiyê xwe radest kir û ew xistin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê.
Sê kesên beşdariya kampanyayê kiribûn; berpirsê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas, Erol Onderoglû, seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Şebnem Korûr Fîncanci û nivîskar Ahmet Nesîn di 20ê Hezîrana 2016ê de hatin girtin. Piştî 10 rojan hatin berdan.
Dadkirina 6 kesan berdewam dike
Dadkirina Erol Onderoglu, Ahmet Nesin, Şebnem Korur Fincanci, Can Dundar, Said Sefa û Veysi Altayî berdewam dike.
Dosyayên Kizilkayayi
Doz li Midûrê Nivîsan ê rojnameyê Înan Kizilkayayî jî hatibûn vekirin. Dosyayên wî, ji dosyayên berpirsên weşanê yên nobedar hatibûn veqetandin. Dosyayên wî û yên doza esasî ya rojnameya Ozgur Gundemê kirin yek. Kizilkaya di vê dosyayê de li 23yem DCGyê tê dadkirin.
Doz li 9 nivîskaran hate vekirin
Doz li nivîskarên rojnameyê, Omer Agin, İmam Canpolat, İlham Bakir, Mehmet Şirin Taşdemir, Veysel Kemer, Yuksel Oguz, Dilşah Kocakaya, Mehmet Ali Çelebi û Huseyin Bektaşî hatin vekirin.
15 meh cezayê girtinê dan Dilşah Kocakaya, İmam Canpolat û İlham Bakirî. Cezayê Bakirî hate taloqkirin. Sal û 6 meh cezayê girtinê li Mehmet Ali Çelebi û Huseyin Bektaşî hate birîn. Cezayên wan nehate taloqkirin.
Doza esasî ya Ozgur Gundemê
Di 16ê Tebaxê de Dadgeha Cezayên Sûlhê ya 8. biryara girtina Ozgûr Gûndemê da.
Necmiye Alpay, Asli Erdogan, Ragip Zarakolu, Filiz Koçali û Eren Keskin, endamên Lijneya Şêwirmenda a Weşanê ya Ozgur Gundemê, Zana Kaya, İnan Kizilkaya, midûrên nivîsan, Kemal Sancili û Bilge Oykut tên dadkirin.
Di 19ê Tebaxê de, Asli erdogan a nivîskara Ozgûr Gûndemê û endama Lijneya Şêwirmendên Weşanê hat girtin.
Di 22yê Tebaxê de Zana Kayayê berpirsê weşana Ozgûr Gûndemê û berpirsê naveroka nivîsan Inan Kizilkaya hatin girtin.
Di 31ê Tebaxê de, endama Lijneya Weşanê ya Ozgûr Gûndemê, Necmîye Alpaya nivîskar û zimanzan hat girtin.
Di 29ê Kanûna 2016an de Asli Erdogan û Necmiye Alpay serbest hatin berdan.
(HA/AY)