Biryara Dadgeha Bilind a li ser betalkirina biryara radestkirina mafên qedexekirî yên Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan li sîstema UYAPê hate bicihkirin.
Her weha biryar bêyî ku ji Zeydanî re bê şandin li ser medyaya nêzîkî desthilatê hate weşandin.
3emîn Daîreya Cezê ya Dadgeha Bilind ji bo biryara betalkirina 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ya derbarê radestkirina mafên qedexekirî yên Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan de destnîşan kir û got, "Dema bê erk bûye ew maf hatiye dayîn" û ji ber wê yekê ji nirxên hiqûqî bê par e.
Daîreyê, dosya ji 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê re şand da ku ji nû ve biryarê li ser bide.
Derbarê biryara Dadgeha Bilind de Abdullah Zeydan bang li xelkê wanê kir û got:
"Em bangî hemû gelê xwe dikin ku li dora îradeya xwe bibin yek û lîstika tê lîstin têk bibin."
Zeydan derbarê biryarê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û wiha anî ziman:
"Pêşî dê dadgeha herêmî 'mafên we yên têrker' vegerîne, hûnê beşdarî hilbijartinan bibin û ji sedî 55,5ê dengan bi dest bixin û bibin hevserok.
Paşê dê bêjin 'bibore! Me hesabekî şaş kir, em mafên we yên têrker paş ve distînin'.
Hûn dê îradeya bi sed hezaran, mafê dengdan û hilbijartinê bixin kû derê?
Gelê me ku di 31ê Adarê de li mazbata, îrade, demokrasî û edaleta xwe xwedî derket! Ew dê îro jî lê xwedî derkeve.
Gelê me tu carî qebûl nake ku mazbataya wan ji bo diz, talanker û çeteyên ku heq nakin bê dayîn.
Em bangî hemû gelê xwe dikin ku li dora îrada xwe bibe yek û lîstika tê lîstin têk bibin.”
Çi bûbû?
Di 31ê Adarê de li Tirkiyeyê û bajarên kurdan hilbijartina herêmî hat kirin.
Li bajarê Wanê namzetê DEM Partiyê Abdullah Zeydan ji sedî 55,48ê dengan bi dest xist û li Wanê bû yekem.
Namzetê AKPê Abdulahat Arvas jî li Wanê ji sedî 27,15ê dengan bi dest xist û bû duyem.
“Roja Îniya 29ê Adara 2024an 5 xulek beriya ku mesai bi qede û du roj pêş hilbijartinê Wezareta Dadê bi biryar û nivîsek îtiraz li mafên qedexekirî yên Zeydanî kiriye. Zeydan di sala 2022an de mafên xwe yên qedexekirî bi dest xistibû û ji bo serokatiya şaredariyê dema serî li YSKyê dabû di hemê kontrolên qanûnî de derbas bûbû.”
Abdûllah Zeydan di hilbijartinê 31ê Adarê de weke Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hat hilbijartin. Lijneya Hilbijartinê ya Bajarê Wanê têkildarî mafê hilbijartinê yê Zeydan lêkolîn da destpêkirin. Her weha lêkolîn bi dawî bû.
Lijneya Hilbijartinê ya Bajarê Wanê dosyaya Şaredarê Wanê Abdullah Zeydan ji dadgeha ku lê dihat darizandin xwest.
Lijneya Hilbijartinê a Bajarî piştî lêkolîna xwe biryar da ku Zeydan nikare bê hilbijartin û mazbata da namzetê AKPê Abdulahat Arvas ku di hilbijartinê de piştî Zeydan wî zêde deng bi dest xistibû.
Welatî piştî vê biryarê li Wanê û gelek deverên din daket kolanan nerazîbûn nîşan dan.
Abdullah Zeydan sala 2016an dema ku parlamenterê HDPyê bû hatibû girtin û bi Selahattîn Demîrtaş re zêdeyî 6 salan di Girtîgeha Edîrneyê de mabû.
Zeydan sala 2022yan hatibû berdan û piştî ku ji girtîgehê derket bi biryara dadgehê qedexeya li ser mafên xwe rakiribû û li ber nemzedbûna wî ti asteng nemabûn.
Bi vê biryara nû re biryara berê ya radestkirina mafên qedexekirî yên Abdullah Zeydan hat betalkirin.
*Çavkanî: MA, Rudaw