Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di meha Hezîranê li bajêr protesto dest pê kiribûn û di Çiriya Pêşiyê da jî qedexe hatibû ser rûpoşan. Lê dadgeha Bilind a Hong Kongê diyar kiriye ku ev biryar li dijî makeqanûnê ye.
Qanûna ku rûpoşê li protestokeran qedexe dike ji 5ê Çiriya Paşiyê va çalak e.
Serokê Lijneya Îcrayê ya Hong Kongê Carrie Lam gotibû “divê nameya çalakvanan were eşkerekirin” û dabû pişta qanûnê.
400 kes bi hinceta piştî qanûnê rûpoşê bi kar hanîne hatibûn desteserkirin.
Polîsan, Zanîngeha Polîteknîkê dorpêç kiriye
Polîsan li Hong Kongê Zanîngeha Polîteknê ku bi sedan kes tê de ne dorpêç kiriye.
Çend xwepêşandêrên ku bi şev li zanînghê mane piştî banga polîsan serê sibeh3e xwestine ku ji zanîngehê derkevin.
Polîsan bi gaza îsotan û guleyên plastîk êrîşî xwepêşandêran kiriye.
Hatiye ragihandin ku li kampusê bi sedan kes hatine desteserkirin.
(PT/GN/MB)