Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dadgeha Bilind a Brîtanyayê biryar da, bêyî ku parlamento destûrê bide çênabe hikûmet dest bi hevdîtinên ji bo cidabûna ji Yekîtîya Ewropayê bike.
Li gor nûçeya BBCyê Hikûmeta Brîtanyayê, bi qanûneka di sedsala 19. de hatî çêkirin ji bo parastin, karên derve û ewlehiya neteweyî hatiye erkdarkirin.
Hin kesan gilîya hikûmetê li Dadgeha Bilind kiribû û dabûn zanîn bêyî ku hikûmet destûrê ji parlamentoyê bixwaze ne di rê de ye ku dest bi hevdîtinan bike.
Li Brîtanyayê di 23yê Hezîranê de referandûmek hatibû kirin. Ji sedî 52yê xelkê Brîtanyayê xwestibû ji Yekîtîya Ewropayê cida bibe.(YY/MB)