Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Bilin ji bo nûçegihanê Ajansa Nûçeya a Dîcleyê(DIHA), Mehmet Guleşî 9 sal 4 meh û 15 roj cezayê girtinê pesend kiriye. DIHA bi Biryarnameya Di Hikmê Qanûnan De hatibû girtin.
Dadgeha Cezayên Giran ya Elezîzê ji ber nûçeyên Guleşî û parvekirinên wî yên li ser medyaya civakî bi sûcê “endambûna rêxistinê” 6 sal û 3 meh û bi sûcê “propagandaya ji bo rêxistinê” 3 sal mehek û 15 roj cezayê girtinê dabû wî.
Dadgeha Elezîzê xwestiye li ser hev 9 sal 4 meh û 15 roj cezayê girtinê ji bo rojnamegerî bide.
Dadgeha Bilind biryara Dadgeha Elezîzê pesend kiriye.
127 rojnameger girtî ne
Li gor Rapora Çavdêriya Li Medyayê/ 2018 Nîsan-Gulan Hezîran 127 rojnamegerên ku ji ber xebatên xwe yên rojnamegerî û dosyayên siyasî heta 1ê Tîrmehê di girtîgehê de bûn. Ji 127 rojnamegeran 33 ji wan tên dadgehkirin. Lêpirsîna 40 rojnamegeran berdewam dike, 24 rojnamecer ceza xwarine, dosyaya 30 rojnamegeran li ber destê dadgehek bilind e.
73 rojnameger di saziyên medyaya nêzîkî Cimaeta Gulenî de dixebitin. 39 ji wan di medyaya kurdan de kar dikirin. Di vê demê de rojnamegerên girtî bi tohmeta “darbekarî”, “hewla rûxandina pergala destûra bingehîn”, “hevkarî û alîkariya bi rêxistinên weke FETO, PKK, MLKP, DHKP-C, TKEP/L, û Tevgera Berxwedanê re” hatine sûcdarkirin.
Par di van her sê mehan de ji 136 rojnamegeran 84 rojnameger rastî lêpirsînê hatibûn an jî hîna îdianameyên wan nehatibû amadekirin. Dadgehkirina 23 ji wan berdewam dikir û 19 ji wan jî ceza xwaribûn.
(EMK/MB)