Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Di sala 2008ê de, polîsekê bi navê Mehmet Ergîn, Çagdaş Gemîkê 18 salî li Antalyayê kuştibû.
Polîsê Gemîk kuştî îdia kiribû ku wî ji Gemîkî re gotiye bisekine, ew nesekiniye ji ber wê wî ew kuştiye.
Dadgeha Cezayên Giran a Antalyayê polîsê bersûc çar caran dad kir.
Dadgehê di sala 2009ê de 20 sal cezayê girtinê da polîsî.
Dadgeha bilind ji Dadgeha Antalyayê xwest ku divê polîs dîsa bê dadkirin.
Di dadkirina duyem de dadgehê ji ber kuştina biqest 16 sal û 8 meh cezayê girtinê da polîsê bersûc.
Dadgeha Bilind ji Dadgeha Antalyayê xwest ku divê ew ne ji ber sûcê kuştinê lê ji ber sûcê bi qest birîndarkirinê cezayî bide wî.
Dadgeha Antalyayê bi sûcê bi qest birîndarkirin û bûyina sebebê mirina mirovekî, 13 sal û 4 meh cezayê girtinê da polîsî.
Dadgeha bilind ev ceza qebûl kir.(EKN/MB)