* Fotograf: Arşiv - bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
16em Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind 10 sal cezayê girtîgehê yê li Aysel Tûglûk, Hevseroka berê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Alîkara Hevserokên Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatibû birîn, pesend kiriye.
Biryar bi îdiaya ku Tûglûk “rêvebera rêxistina terorê” ye hatibû dayîn.
Piştî ku Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Enqereyê îtiraza parêzerên Tûglûkê qebûl nekiribû, parêzeran serî li Dadgeha Bilind dabû.
Dadgehê biryara xwe daye û cezayê girtîgehê yê Aysel Tûglûkê pesend kiriye.
Çi bûbû?
Di 29ê Kanûna Pêşiyê ya 2016an de li Amedê tevlî heft rêveberên HDP, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û KCDyê hatibû girtin. Ji ber xebatên wê yên KCDyê di 16ê Adara 2018an de bi tohmeta ku ''endama rêxistinê''ye 10 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
Derbarê Aysel Tûglûkê de?
Endama Lijneya Rêveber a Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî û ya Komeleya Mafên Mirovan bû. Yek ji avakarên Komeleya Jinên Welatperwer e.
Endama Avakar a Partiya Civaka Demokratîk (DTP) e û bûye Hevseroka Giştî ya heman partiyê. Di serdama 23yem de (22.07.2007-31.12.2009) weke parlamentera Amedê hatiye hilbijartin. Di navbera salên 2011 û 2015ê jî ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) weke parlamentera Wanê hatiye hilbijartin. Di heman partiyê de Alîkara Hevserokên Giştî bû ku ji Mafên Mirovan û Hiqûqê berpirsiyar bû. (TP/FD)