Dadgeha bersûcê endambûna DAIŞê tehlîye kirî: Hûn nikarin îtiraza tehlîyeyê bikin
![Dadgeha bersûcê endambûna DAIŞê tehlîye kirî: Hûn nikarin îtiraza tehlîyeyê bikin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/188/642/original/11bb.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Burhan Gok bi wê yekê tê sûcdarkirin ku ew endamê DAIŞê ye, yek ji bersûcê êrîşa li Amedê li mîtînga HDPyê hatî kirin e û wî alîkariya endamên DAIŞê kiriye ku ew ji sînorê Tirkiyeyê derbikevin.
Dadgeha 2. a Cezayên Giran a Enqereyê biryar da:
“Di biryarê de cihê îtirazê nîne.”
Di 5ê Hezîrana 2015ê de êrîşek li mîtînga Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) hat kirin ku failê wê Burhan Gok bû.
Dadgeha 2. a Cezayên Giran a Enqereyê di 26ê Tîrmehê de biryara tehlîyekirina wî da.
Dadgehê karê xwe nekir
Parêzeran ji bo biryarê îtiraz kir. Lê dadgehê eşkere kir ku “di biryarê de cihê îtirazê nîne.”
Yek ji parêzerên dozê, Ozgûr Erolî ji bianetê re got:
"Dadgehê karê xwe yê bingehîn nekir. Divêya dadgehê îtiraza ji bo tehlîyekirinê di qeydên dadgehê de bidaya nivîsîn lê dadgehê ev yek nekir. Me îtiraz kir. Vê carê jî em ê li Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya 3. îtirazê bikin."
Li gor Qanûna Biryrdana li ser Cezayan, ji bo îtirazkirinê ti asteng nînin.(AS/MB)
Rojnameger Ayşenûr Arslanê îfade da dozgerî, ji edliyeyê derket
![Rojnameger Ayşenûr Arslanê îfade da dozgerî, ji edliyeyê derket](https://static.bianet.org/haber/2023/10/03/gazeteci-aysenur-arslan-ifadeye-goturuluyor.jpg)
Dozger: Bi xêzkirinê jî mirov dikarin propagandaya rêxistinê bikin
![Dozger: Bi xêzkirinê jî mirov dikarin propagandaya rêxistinê bikin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/284/275/original/44bb.jpg)
Celalettîn Can: Ez dixwazim demildest azad bibim
![Celalettîn Can: Ez dixwazim demildest azad bibim](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/283/600/original/celalettin-can-tutuklama.jpg)
DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Osman Baydemîrî binpê bûye
![DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Osman Baydemîrî binpê bûye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/280/248/original/66bb.jpg)
Polîsan berê li mexdûrê erdhejê daye, paşê gotiye “bibore, bi şaşî me li te da”
![Polîsan berê li mexdûrê erdhejê daye, paşê gotiye “bibore, bi şaşî me li te da”](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/274/869/original/hatay.jpeg)