Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Polîsan Çaglar Demîrel li Enqereyê bi biryara serdozgerîyê desteser kiribû. Dadgeha Cezayên Giran a 5. a Amedê biryara girtina wê da.
Çaglar Demîrel cihgira berdevkê Partiya Gelan a Demokratîk e.
Dadgeha Amedê ji beriya Demîrel bê girtin biryara desteserkirin û bi zorê birina dadgehê ji bo wê dabû.
Demîrel hat dadkirin û wê ti sûcên ew pê tê sûcdarkirin qebûl nekir. Demîrel bi sûcên “endambûna rêxistineka çekdar a terorî”,”propagandakirina rêxistina terorî”,”bêçek beşdarbûna civîn û xwenîşandanên derqanûnî.
Besîme Konca dîsa hat desteserkirin
Besîme Koncaya parlamentera HDPyê jî duhî Dadgeha Êlihê bi şertê kontrola edlî serbest berdabû. Polîsan bi biryara serdozgeriyê ew dîsa girt.
Biryara desteserkirina 8 parlamenteran hatibû dayin
Dadgeha Amedê biryar daye 8 parlamenterên Partiya Herêman a Demokratîk(HDP) bi zore bibin dadgehê, yek ji wan parlamenteran girtî ye û du ji wan desteserkirî ne.
Di 10ê Çiriya Paşiyê de dadgehan biryar dabûn parlamenteran ji ber doza KCKyê bi zorê nedine anîn.
Dadgehê biryara xwe guhert.
Yek ji wan heşt parlamenteran Selma Irmak e ku ew di girtîgehê de ye.
Du ji wan parlamenteran Çaglar Demîrel û Besîme konca ne ku ew hatine desteserkirin.
Parlamenterên dî yên biryara girtina wan hatiye dayin ev in: Osman Baydemîr, Dirayet Taşdemir, Ahmet Yıldırım, Alican Önlü û Nadir Yıldırım.
10 parlamenterên HDPyê gitî ne
Herdu hevserokên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag parlamenterên Şirnexê Ferhat Encû û Leyla Bîrlîk, parlamenterên Colemêrgê Selma Irmak û Abdullah Zeydan, parlamenterên Amedê Zîya Pîr, Idrîs Balûken, Nûrsel Aydogan û Îmam Taşçier, parlamenterê Enqereyê Sirri Sûreyya Onder û parlamentera Mêrdînê Gulser Yildirim di 4ê Çiriya Paşiyê de hatibûn desteserkirin.
Fîgen Yûksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Idrîs Balûken, Leyla Bîrlîk, Selma Irmak, Nursel Aydogan, Gulser Yildirim, Abdullah Zeydan û Ferhat Encû di heman rojê de hatibû girtin.(EKN/MB)