Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Nûçegihana JinNewsê Kibriye Evren li 5. Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê dadkirin. Bi sûcê “endambûna rêxistinê û propagandaya ji bo rêxistinê” 20 sal ceza jê re tê xwestin.Di 11 mehên dadkirinê de di girtîgehê de bû, dadgehê biryar daye ku pêvajoya dadkirinê dê dom bike û Evren dê di girtîgehê de be.
Şertên girtîgehan û nemaze şertên girtîgeha Kibrîye Evrenê ne baş in.
Rewşa girtîgehan û Evrenê
Kibriye Evrenê, 17ê Îlonê şertên girtîgehê ji parêzera TGS (Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê) re gotiye.
Evrenê diyar kiriye di xwarina wê de parçeyên caman û pîsîya mişkan derketiye.
BBC û MAyê li ser rewşa girtîyên li Girtîgeha Amedê ya Tîpê Eyê pirs ji Kibriye Evrenê re rêkirine lê girtîgehê dest daniye ser pirsan. Piştî vê yekê parêzera TGSyê çûye girtîgehê û Kibriye evren dîtiye.
Kibriye Evren jî yek ji wan kesan e ku di girtîgehê de ketibû greva birçîbûnê. Dema di grevê de bû ji 57 kîloyê bûye 44 kîlo. Piştî wê dest ji grevê berdayî ji ber xwarinên xerab nikare bi ser xwe ve bê. Piştî grevê ji 44 kîloyê bûye 45 kîlo lê ji ber ku di xwarinê de pîsîya mişkan û parçeyên caman dîtiye ew nikare wan xwarinên nepaqij bixwe.
Ji bo dema menstruasyoê ew hewceyî paçikên bergir e lê girtîgeh an nade an jî paçikên gelek kevin ên stûr dide.
Pirtûkxaneya girtîgehê nîne. Şandina pirtûkan tê astengkirin.
Ji bo girtîyan qelem û kaxez nayê dayin. Nikare nameyan an jî pirtûkan binivîse.
Çi bûbû?
9ê Çiriya Pêşiyê di encama fermana Serdozgeriya Komarî ya Amedê de, polîsan bi ser malên rojnameger û siyasetmedaran de girtibûn. Di encamê de 121 kes hatibûn desteserkirin. 23 kes piştî îfadeya wan a li Midûriyeta Emniyetê, hatibûn berdan. Duh (11ê Çiriya Pêşiyê ya 2018ê) jî 25 kes piştî îfadeya wan a li Midûriyeta Emniyetê, derxistibûn ber dozgeriyê.
Dozgeriyê Pinar Tekîn serbest berdabû, lê bi tohmeta ku “endamên rêxistinê ne” daxwaza girtina rojnameger Kibriye Evren û siyasetmedar Behçet Îne, Celal Yoldaş, Eda Bazancîr, Hulya Bîçen, Hasret Alp, Sercan Dogan, Aliye Tok, Elîf Harra, Nevriye Çûl, Kûmrû Tokay, Rifat Ronî û Mehmet Temîzyuzî kiriye.
Dadgehê jî ev daxwaz di cî de dî û biryara girtina van navan daye. Her weha biryara berdana Abbas Çelîk, Emrûllah Kaplan, Derya Aslan, Dîdar Çeşme, Dilnaz Ekmekçî, Seher Tumer, Pinar Sakik Tekîn, Selma Metîn, Eylem Ceylan, Turkî Gultekîn, Kadriye Ozcanli û Mehmet Ayî daye.
(HA/MB)