Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
2em Dadgeha Îdareyê ya Amedê di doza tezmînatê de ya ku têkildarî mirina Ceylan Onkolê hatibû vekirin biryar daye ku Wezaret 283 hezar Lîreyê Tirkan tezmînata menewî û maddî bide malbata Onkolê.
Ceylan Onkol a 12 salî, di 28ê Îlona sala 2009an de li mezraya Xanbaz a Gundê Şenlîkê yê Navçeya Liceya Amedê dema pez diçêrand, bi guleya eskeran jiyana xwe ji dest dabû.
Dadgehê di biryara têkildarî mirina Onkolê de Wezareta Navxweyî ji sedî 90 bi qisûr dîtiye.
Dê û bavê Ceylan Onkolê der barê Wezareta Navxweyî de tazminata maddî û manevî vekiribûn. Parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê ku piştgirî dan malbatê ku li 2emîn Dadgeha Îdarî ya Amedê doz vekirin.
Li gorî nûçeya Mehmet Şah Orûç li Ajansa Mezopotamyayê piştî malbatê bi rêya parêzerên ÎHDê li Dadgeha Îdarî doz vekiriye, dadgehê ji Wezaretê daxwaza parastinê kiriye. Wezareta Navxweyî di parastina xwe de gotiye îdareya me bi qisûr nîne.
Dadgehê jî piştî parastinê diyar kiriye ku ji ber Wezaretê belge û agahiyên der barê cihê Onkol lê hatiye kuştin ên ku ne cihê çûn û hatinê ye û ne cihê çêrandinê ye pêşkêşî wan nekiriye, nîşan dide ku îdareya doz lê hatiye vekirin li gorî pîvanên ewlehiyê tev negeriya ye.
Dadgehê biryar daye ku aliyê doz lê hatiye vekirin bi qisûr e.
Her weha dadgehê di biryarê de gotiye, di bûyerê de Onkol ji sedî 10 û îdare ji sedî 90 bi qisûr e. Ji ber ku Onkol ji sedî 10 bi qusûr e, ji bo dayik Saliha Onkol 124 hezar û 700 TL tazmînata maddî bê xwe xwestin, beşa 112 hezar û 230 TL ji ber bi meaş ve girêdayî ji bo bav Raif Onkol jî 77 hezar û 890 TL tazmînata maddî bê xwestin û beşa 70 hezar û 101 TL tazmînat qebûl kiriye.
Dadgehê ji bo tazmînata 150 hezar tl ya ku dayik û bavê Ceylan Onkol xwestibû jî ji bo dayikê 50 hezar û bav 50 hezar bi giştî 100 hezar tl tazmînat bê dayîn. Dadgehê biryar da ku bi giştî Wezaret 283 hezar tl tazmînatê bide malbata Onkol.
Çi bûbû?
Ceylan Onkol di 28ê Îlona 2009ê de, li Gundê Sipênî yê Navçeya Liceyê ya Amedê bi teqînekê miribû.
Termê wê şeş sietan li cihê bûyerê ma.
Dozger ji ber neyîna ewlehiya canê xwe sê rojan neçû cihê bûyerê.
Raporên Cendirme û Emniyetê
Serdar Çelebî yek ji parêzerên Komeleya Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Wî di 2009ê de eşkere kiribû ku çêdibe Onkol bûbe armanca êrîşekê.
Hatibû eşkerekirin ku:
“Pê û destên Onkolê ji termê wê nebûye û çalek jî li cihê bûyerê nîne ji ber wê îhtimala bombeya çandî(mayin) kêm dibe.
Malbatê du caran serî li DMMEyê daye
Di sala 2010ê de, dadgehê biryar da dozê bike dozeka nehênî. Li ser vê yekê malbatê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dabû.
Dozgerîyê xwest dem bi ser dozê re bibore
Şahidan dane zanîn ku bi topeka Hewan a ji Tapantepeyê hatî avêtin Onkol hatiye kuştin.
Dadgehê li ser vê yekê biryar da ku têra sûcdarkirina leşkerên hewan avêtîn delîl nînin.
Li Tirkiyeyê doz nehatiye vekirin, dozgerîyê xwest dem bi ser dozê re bibore.
Li ser kuştina Ceylan Onkolê hê jî li Tirkiyeyê ti doz nehatine vekirin. (AS/AY)