Çûna seyrangehê li LGBTI+yan qedexe kirine
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzi bitikîne
Qaymeqamiya Şîşliyê seyrana ku LGBTI+yan ji bo Heftaya Rûmetê wê li Parka Demokrasiyê ya Maçkayê bikira qedexe kiriye.
Midûriyeta Emniyetê ya Adalara bername qedexe kiribû, ji ber wê biryar hatibû dayîn ku li Parka Maçkayê pêk were.
Polîsan ketina Parkê qedexe kiriye û kesên xwestine ji deriyê pêşiyê bikevin parkê, şandine deriyê paşiyê. Polîsan li ber deriyê paşiyê jî lêgerîn kirine û nehiştina ala keskesor û LGBTI+yan bixin nava parkê.
.jpg)
Kesên ku xwestine polîs sedema qedexeyê diyar bikin, polîsan ji wan re gotiye, “ti sedem nîne, qedexe ye.”
Parêzer û kesên dixwestin beşdarî bernameyê bibin, piştî demekê li ber derî hatine mane, polîsan destûra wan daye ku bikevin parkê. Polîsan ji wan re gotiye ku “heke hûn li kêleka hev bisekinin em ê we belav bikin.” Polîs kontrola kesên beşdarî bernameyê bûne dike.
Ûmût Rişvanli, endamê Komîteyê û Parêzer Levent Pîşkîn dema ku destûra wan nedane bikevin parkhe, li ber deriyê pêşiyê daxuyaniyek dane.
Pîşkînî gotiye ku ji ber maskeya wî ya rengên keskesor bû, destûr nedane wî ku bikeve parkê.
Rişvanliyî jî gotiye, “Hevalên me yên ku ketine hundir hene. Em li hundiro ne, em bi alên xwe yên keskesorê li wir in.”
(EMK/AO/FD)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - NÎSAN 2026
Mêran di Nîsanê de 28 jin kuştin
Li Mecîdiyekoyê polîsan meşa 1ê Gulanê a ji bo Taksîmê asteng kir: Gelek kes hatin desteserkirin
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - ADAR 2026
Mêran di Adarê de 32 jin kuştin
Di doza ÎBBê de 18 kes serbest bûn
Dadgehê di doza IBBê de biryara valakirina salonê da