Berdevka DEM Partiyê û Parlamentera Şirnexê Ayşegul Dogan ji bo beşdarî civîna Komîteya Karûbarên Civakî ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) ya li Parîsê bibe çû balafirgeha Stenbolê û li wir çûna wê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Her weha Dogan di heman demê de endama komîteya navborî ye.
Polîsên balafirgehê 10 deqe beriya ku balafir rabe ya çûna Doganê asteng kir û biryarek 9emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya di sala 2020an de hatiye dayîn weke hêcet nîşandane û destûr nedan derkeve derveyî welat. Piştî ku Dogan bû parlamenter di sala 2023an de biryara sînordarkirinê ya li ser wê li gorî xala 83emîn ya parêzbendiya parlamenteran ya Dadgeha Destûrê hatibû rakirin.
Doganê têkildarî mijarê got, "Divê Serokê Meclîsê sedema ku ez wek parlementer, wek endamek meclîsê nekarim beşdarî civîna ku sibê li Parîsê bê lidarxistin bibim, aşkere bike."
(AEK/AY)