Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rojnameya Cumhurîyetê îro bi sernivîsa ''em teslîm nabin'' hat weşandin. Ji ber ku Kadrî Gûrsel û Hikmet Çetînkaya hatine desteserkirin cihê qunciknivîsên wan vale hatine hiştin.
Bi lêpirsîna li ser Rojnameya Cumhuriyetê 13 xebatkar, nivîskar û nûçegihanên rojnameyê hatine desteserkirin.
Rojnameyê îro sernivîsên ‘’derbeyeka dî jî li çapemeniya azad [hat dayin]’’ û ‘’em teslîm nabin belav kirin.
‘’Hewildana ji bo sekinandina weşanê’’
Rojnameyê da zanîn ku lêpirsîn û desteserkirina xebatkaran hewildaneka ji bo sekinandina weşanê ye.
Rojnameyê dîyar kiriye ku wê ‘’bi salan daye zanîn ku rêxistina Fethûllah Gûlenî hewil dide dewletê xera bike û dewleteka îslamî ava bike’’ ji ber vê yekê ew matmayî ne ku ew bi ‘’piştgiriya FETO/PDY û KCK/PKKyê’’ têne sûcdarkirin.(NV/MB)