Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Cemiyeta Rojnamegerên Azad li rapora xwe ya ji bo 1-15ê Gulanê, mafên rojnamegeran yên hatîn bipêkirin û bêhiqûqîya tê kirin eşkere kir.
Li gor raporê mafên hatîn binpêkirin ev in:
- 8 Rojnameger hatine desteserkirin, 4 rojnameger hatine girtin û îşkence li wan hatiye kirin.
- Li dema ku du rojnamegeran karê xwe dikir hatine derbdan. Du rojnameger hatine tehdîtkirin. Êrîş li sê rojnamegeran hatiye kirin.
- Sê rojnameger bi awayê keyfane hatine astengkirin.
- Malpereka nûçeyan 3 caran hatiye sansûrkirin.
- Li ser 7 rojnamegeran lêkolîna dadî hatiye dest pê kirin. Li 4 rojnamegeran 3 doz hatine vekirin. 6 rojnameger hatine cezakirin.
- Weşana televizyonekê hatiye sekinandin.
- 5 caran qedexeye weşanê hatiye îlankirin. 4 saziyên rojnamegeriyê hatin qedexekirin.
- Du rojnameger ji karî hatin avêtin.
Rojnamegerên hatîn girtin
9ê Gulanê, Li Navçeya Stêvrê ya Mêrdînê, hêzên ewlehiyê bi ser malekê de girtiye û 5 kes girtine. Yek ji wan nûçegihanê DIHAyê, Abdulkadir Turay e. Ew 4 kesên dî bi tometa ‘’cih û arîkarîdana terorê’’ hatine girtin.
12ê Gulanê, Nedîm Turfend û Şermîn Soydan li Wanê hatine desteserkirin. Hatiye dîyarkirin ku li ser nûçegihanên navborî lêkolîneka dadî hatiye vekirin.
Nedîm Turfend bi biryara Dadgeha Navçeya Geverê ya Colemêrgê bi tometa ‘’endambûna rêxistineka terorî’’ hat girtin.
13ê Gulanê, Li Navçeya Kadikoyê ya Stenbolê edîtorê Weşanxaneya Aramê, Ferzende Taşan hatiye girtin.
Taşan bi tometa ‘’endambûna rêxistineka terorî’’ hatiye desteserkirin û paşê ji ber dozeka kevin a li ser wî hatibû vekirin, hatiye girtin.(AS/MB)