Fotograf: Ji rapora CPTyê
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîteya Pêşîlêgirtina li Îşkenceyê û ya li Hemberî Kiryarên Dijmirovî ya Konseya Ewropayê (CPT), îro rapora xwe ya Ewropayê ya salane aşkere kir.
30emîn rapora salane ya komîteyê ji bo 1ê Kanûna Paşiyê heta 31ê Kanûna Peşiya 2020an ne.
Komîteyê di salên 2017 û 2019an de du caran serdana Tirkiyeyê kiribû. Raporên komîteyê yên sala 2017an û 2019an di encama van seredanan de hatibû amadekirin. Di rapora salane de jî cîh dane van nirxandinan.
Herweha CPTyê Tirkiye jî kiriya nava welatan ku di sala 2021an de wê serdana wan bike.
Welatên ku CPT wê serdana wan bike ev in:
Avûstûrya, Bulgaristan, Letonya, Lîtvanya, Federasyona Rûsyayê, Sirbistan, Swêd, Îsvîçre û Brîtanya.
CPTyê bal kişandiye ku bi taybetî dema ku mijar dibe sûcên giran, divê astengiyên li pêş xwegîhandina parêzeran ji aliye kesên di bin çavdêriya polîsan de ne, bên rakirin. Ev yek jî ji bo pêşîgirtina li mûameleya xerab gelekî girîng e."
Di raporê de hişyariyên ku navendên desteserkirinê di nava şert û mercên xerab de ne jî hatin kirin.
Di beşa têkildarî girtîgehan ya rapora CPTyê de hatiye diyarkirin ku girtîgeh gelek qerebalixe û weke mînak jî Girtîgeha Zarokan a Amedê hatiye nişandan. Di raporê de hatiye gotin ku piraniya girtiyan bê nêvine û li erdê radikevin.
CPTyê gotiye, li Tirkiyeyê ji bo qerebalixiya li girtîgehan were kêmkirin divê demildest tedbîr bên stendin.
Girtîgeha Îmraliyê
CPTyê di raporê de bi taybetî behsa şert û mercên Girtîgeha Îmraliyê kiriye û gotiye, piraniya dema girtiyên li vê derê di tecrîdê de derbas dibe. Ev cure pêkanîn nayê qebûlkirin. Dema hevdudîtina tevahî girtiyên li Îmraliyê di hefteyê de 6 saet e. ji bilî di hefteyê de 3 saet hemû aktîvîtên cîhê hewagirtinê qedexe kirine. Di encamê de tevahî girtî di piraniya demê de rûbirûyê tecrîdê têne hêştin. Ev rewş ji 168 saetên hefteyê 159 e digire.
CPTyê gotiye, bi taybetî piştî hewldana darbeya 15ê Tîrmeha 2016an hevdîtinên bi malbat û parêzeran re bi temamî hatiye birîn. Ocalan bi tenê di Tebaxa 2019an de bi parêzerên xwe re hevdîtin pêkaniye û piştre tevahî daxwazên hevdîtinê hatine redkirin.
Komîteyê destnîşan kiriye û gotiye, divê mafê hevdîtinê yên tevahî girtiyên Girtîgeha Îmraliyê were pêkanîn.
* Ji bo rapora Giştî ya sala 2017ê ya CPTyê bitikîne.
* Ji bo rapora Giştî ya sala 2019ê ya CPTyê bitikîne.
* Ji bo rapora Ewropayê ya salane ya CPTyê bitikîne.
(AS/AY)