Fotograf: Endamekî ekîba CPT ya Kurdistana Iraqê tundiya hêzên ewlehiyê li dijî xwepêşanderan di dema xwenîşandana Silêmaniyê de tomar dike / CPT Kurdistana Iraqê
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Community Peacemaker Teams (CPT) Kurdistana Iraqê aşkere kiriye ku di xwepêşandanên 6ê Tebaxê de rojnameger û medyakar hedef hatine girtin. Li gorî daxuyaniya saziyê, Asayîşa Herêma Kurdistanê li her sê parêzgehên Silêmanî, Hewlêr û Duhokê dest bi girtina rojnameger, alîgirên Nifşê Nû û çalakvanên ku piştgirî dabûn banga xwepêşandana 6ê Tebaxê kirine.
Serokê Tevgera Tevgera Nifşê Nû Şaswar Abdulwahîdî li dijî Hikûmet û rêveberiya Herêma Kurdistanê banga çalakiyan kiribû. Abdulwahîdî ji alîgirên xwe xwestibû ku gendelî û pirsgirêkên li xizmetguzariyê de derdikevin protesto bikin. Piştî banga Abdulwahîdî roja şemiyê (6ê Tebaxê) li Silêmanî, Hewlêr û Dihokê çendîn xwepêşandan bûbûn. Hêzên asayişê yên Herêma Kurdistanê midaxale li xwepêşanderan kiribûn, beşek xwepêşandan desteser kiribûn û beşek jî ji ber tundkariya polîs û leşkeran birîndar bûbûn.
Hêzên asayîşê her weha di dema xwepêşandanan de rojnameger asteng kiribûn, tundkarî li wan kiribûn û beşek ji wan rojnamegeran desteser bûbûn.
"Mafê rojnamegeran hatiye binpêkirin"
Tîma CPTyê ya Kurdistana Iraqê di daxuyaniyeke nivîskî de bal kişandiye ser vê rewşê. Saziyê diyar kiriye ku . Ji 1ê Tebaxê heta 7ê Tebaxa 2022ê, ekîba CPT ya Kurdistana Iraqê desteserkirina 34 rojnamegeran tomar kiriye. Tîma CPTyê diyar kiriye ku kiryarên xirab li 19 rojnamegeran kirine û nehiştine 14 rojnameger belgeyan bixwînin û xwestine bi wan bidin îmzekirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku li Hewlêrê hêzên asayişê zor dane rojnamegerekî da ku kaxizeke vala îmze bike.
Li gorî rapora Tîma CPTyê li Hewlêrê di 6ê Tebaxê de 9 rojnameger hatine desteserkirin. Rojnameger Eyub Elî û Ebdulwehab Ehmed ji KNNyê, Rizgar Koçer, Herş Qadir, Omîd Çomanî û Kerîm Keifî ji NRTyê, Hozan Qadir, Serokê Rojnameeran ji bo Maf û Pêşketinê û 2 rojnameger kesên ku hatine desteserkirin. Ev rojnameger heman rojê serbest bûne.
Di navbera 1ê Tebaxê û 7ê Tebaxê de 21 rojnameger, kameraman û ajokarên wesayitên rojnamegeran li Silêmaniyê û navçeyên derdora wê hatine desteserkirin. Karzan Tariq, Çenar Ehmed, Diyar Mihemed, Soran Mihemed, Mehmûd. Rizgar, Mohammed Rahim, Hunar Fayeq, Şivan Osman, Birar Ali û Adnan Sayed Hussein ji kanala NRT, sernivîserê Kurd Newsê Abdullah Ahmad, Berpirsê Binar Newsê Xalid Abdulkerim, ji Radyoya Dengê Amerîka VOAyê Sinûr Kerîm û Muhammed Newzad, Zhilia Ali û Azhi Abdulqadir. Ji Kovara Dîplomatîk, Mihemed Mehmûd ji Radyoya Deng, Sîrwan Xerîb, Arkan Ebdulqadir, Zanyar Merîwan û Hevar Hîwa ji Westga Newsê hatine girtin. Hemû rojnameger serbest bûne. Di 6ê Tebaxê de 3 rojnamegerên ofîsa NRTyê ya Duhokê Sabah Yûsif, Taîf Goran, Biryar Hacî û Adil Sebrî wî hatibûn desteserkirin û ew jî di heman rojê de serbest bûbûn.
Li gorî rapora Tîma CPTyê, piştî serbestbûna rojnamegeran jî hîna kamera, telefonên bêrîkan û kelûpelên din bi şûn de nedane.
Metro Center: Tundkarî li dijî 60 rojnamegeran bûye
Rêxistina mafên rojnamegeran Metro Centerê jî raporek derbarê mijarê de weşandiye û gotiye ku di dema xwepêşandanan de li dijî 60 rojnamegeran li ser hev 78 caran maf hatine binpêkirin, bi kêmanî 26 rojnameger hatine desteserkirin, biryara lêgerînê ji bo çar rojnamegeran dane, destûr nedane ku 16 rojnameger xwepêşandanan bişopînin. Her weha heman rojê destûr nedane ku Rast Media ofîsa xwe veke û dest bi kar bike.
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) bi daxuyaniyekê bal kişandiye ser desteserkirin û tundkariya li dijî rojnamegeran. Maseya Rojhilata Navîn a RSFyê di daxuyaniye de gotiye ku "Wehşeta rayedaran li rojnamegeran û medyaya mixalif kiriye nayê qebûlkirin."
We are concerned by reports of the detention of journalists, human rights defenders, and members of parliament in the #Iraqi_Kurdistan_Region (IKR). We urge the IKR to review these actions & reaffirm the vital roles of freedom and rule of law in a democracy. pic.twitter.com/K0qpM52umQ
— U.S. Consulate General Erbil (@USConGenErbil) August 8, 2022
Ji ber tundkariya hêzên asayîşê li rojnamegeran û xwepêşanderan kiriye, Konsolxaneya Giştî ya DYAyê li Hewlêrê, Konsolxaneyên Fransa, Ingilîzsan, Kanada, Fransa û Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî li ser hesaên xwe yên Twitterê peyam weşandine û bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirine ku mafên xwepêşanderan binpê nekin. (FD)