Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Ruhayê êrîşî rojnamevanê ji Sûriyeyê yê bi navê Ehmed Evdilqadirî (Ahmed Abd al-Qader) hat kirin. Komîteya Parastina rojnamevanan(CPJ) li ser vê yekê daxuyanîyek belav kir.
Birêvebirê CPJyê, Robert Mahoneyî eşkere kir ku di sê mehên paşiyê de du caran êrîş li rojnamevanî hatiye kirin.
Mahoneyî gotiye:
‘’Divê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê gavên ji bo parastina hemî rojnamevanan biavêjin.’’
Roja Yekşemê Abdulkadîr dema ku di tirimbêla xwe de bû du êrîşkarên siwarên morpisqilêtan êrîşî wî kirine. rojnamevanê navborî ji serê xwe ve birîndar bûye û hêj li nexweşxaneyê tê dermankirin. DAIŞê eşkere kiribû ku wê êriş kiriye.
DAIŞê birayê Evdilqadirî yê bi navê Brahîm Evdilqadir jî kuştibû.
Çar rojnamevanên ji Sûriyeyê li Tirkiyeyê hatine kuştin.
Rojnamevanên bi navê Brahîm Evdilqadir, Fîraz El Hamadî, Nacî El Jerf û Mihemed Zahir El Şerkat hatibûn kuştin.
DAIŞê kuştina her çar rojnamevanan biribû ser xwe. (EA/MB)