ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîteya Parastina Rojnamegeran (Committee To Protect Journalist /CPJ) ji bo rojnamegerên ku li Tirkiyeyê hatine desteserkirin, daxuyaniyeneke nivîskî weşandiye.
Navenda CPJyê li New Yorkê ye û li seranserê cîhanê ji bo mafên rojnamegeran û azadiya çapemeniyê kar dike.
CPJyê ji Tirkiyeyê xwestiye ku rojnamegerên kurd serbest bike û tacîza darazê ya li ser rojnamegeran bi dawî bike.
Koordînatora Programa Ewropa û Asyaya Navîn a CPJyê Gulnoza Saidê gotiye: "Rayedarên tirkiyeyî dîsa bi lêpirsînameyeke veşartî ya biryara sînordarkirinê ya dadgehê li ser heye, gelek rojnameger ji azadiya wan bêpar kirin. Rojnamegerên ku ew xistin paş hesinan, nizanin bi çi tên tohmetkirin, mîna rojnamegerên ku di meha Hezîranê de li Amedê hatin girtin û hîna nizanin bi çi sebebê di girtîgehê de ne. Divê rayedarên tirkiyeyî demildest rojnamegerên desteserkirî serbest bikin, kelûpelên wan ên dest danîne ser bidin wan û tacîza bi tohmetên ne di cî de, ya li ser rojnamegerên kurd ên li Tirkiyeyê bi dawî bike ku ev tohmet ji ber xebatên wan ên rojnamegeriyê ne."
Çi bûbû?
Di 25Ê Çiriya Pêşiyê de polîsan li neh bajaran bi ser malên rojnamegeran û ofîsên MA û Jinnewsê de girtin. Di encamê de Midûra Nûçeyan a MAyê Dîren Yûrtsever, nûçegîhan Emrûllah Acar, Zemo Aggoz, Bêrîvan Altan, Selman Guleryuz, Denîz Nazlim, Ceylan Şahînli î Hakan Yalçin, nûçegîhanên Jinnewsê Oznûr Deger û Habîbe Erenar hatibûn desteserkirin.
Di heman demê de polîsan dest danîbûn komek kamera, komputer û kelûpelên din ên rojnamegeran. Dadgehê biryar dabû rojnameger bila 24 saetan nikaribin bi parêzerên xwe re biaxivin. Zemo Aggoza ku dayika pitikeke 48 rojî bû, li navenda polîsan şîr dabû pitika xwe.
Aggoz piştî ku ew birin dozeriyê, bi şertê kontrola edlî serbest bûbû. (HA/FD)