Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) ji bo nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Îsam Abdûllahê di encama êrîşên Tirkiyeyê de can daye, daxuyaniyek weşandiye.
CPJyê bang li Tirkiyeyê kiriye û xwestiye ku derbarê êrîşên hewayî de lêkolîneke zelal û tam bikin. CPJyê xwestiye di vê lêkolînê de diyar bibe ku Îsam Abdûllah û sivîlên din di dema êrîşên asmanî de hedef nehatine girtin.
Di dema êrîşan de Îsam Abdûllahî diyar kiriye ku ew li gundê Tqil Baqil ê navçeya Dêrikê yê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ye. CPJyê destnîşan kiriye ku di dema êrişên duyem de balafiran herêm bombebaran kiriye û Abdûllah di dema ku nûçe çêdikir hatiye kuştin.
Koordînatorê Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur ê CPJyê Sherif Mansourî gotiye, "Rojnameger mirovên sivîl in û dema erka xwe pêk tînin, divê bên parastin."
CPJ bi Berpirsê Weşana Giştî yê ANHAyê Mûstafa Allûayî re axiviye û ji bo êrîşa ku Îsam Abdûllah miriye, gotiye, "Îsamî ji min re got ku wê biçe gundê hatiye hedefkirin ê sivîl tê de mirine. Min pejirand. Heta saetê 2yê yê sibehê ez û Îsam di têkiliyê de bûn. Paşê em çend caran me telefonî wî kir lê bi kêrî tiştekî nehat."
Çi bûbû?
Piştî êrîşa bombeyî ya di 13ê Çiriya Paşiyê de li Kolana Îstîklalê ya Stenbolê de pêk hat û 6 kes mirin, Tirkiyeyê li bakurê Iraq û Sûriyeyê, di 20ê Çiriya Paşiyê de êrîşên asmanî pêk anîbûn.
Di dema êrîşan de nûçegîhanê ANHAyê Îsam Abdûllah can dabû. Li gorî nûçeya ANHAyê nûçegîhanê Stêrk TVyê Mihemed Ceradê birîndar bûbû. (HA/FD)