Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) têkildarî amadekirina îddianameya derbarê 11 xebatkarên çapemeniya Kurd de ku 9 ji wan di operasyona Enqereyê de hatibûn girtin, daxuyaniyek daye.
CPJê bertek nîşanî sûcdarkirina rojnamegeran bi "endamtiya rêxistina terorê" daye.
Dîrektorê Bernameyên CPJê li New Yorkê Carlos Martinez de la Serna gotiye:
“Divê rayedar van sûcan paşve bikişînin; Divê hemû rojnamegerên ku ji ber xebatên xwe yên pîşeyî girtî ne serbest berdin û divê dev ji wê yekê berdin ku rojnamegeriyê bi terorîzmê re yek negirin.”
Her weha roja danışîna rojnamegeran jî hatiye diyarkirin. Danişîna yekemîn a rojnamegeran wê di 16ê Gulanê de pêk were.
Çi bûbû?
Di 25Ê Çiriya Pêşiyê de polîsan li neh bajaran bi ser malên rojnamegeran û ofîsên MA û Jinnewsê de girtin. Di encamê de Midûra Nûçeyan a MAyê Dîren Yûrtsever, nûçegîhan Emrûllah Acar, Zemo Aggoz, Bêrîvan Altan, Selman Guleryuz, Denîz Nazlim, Ceylan Şahînli î Hakan Yalçin, nûçegîhanên Jinnewsê Oznûr Deger û Habîbe Erenar hatibûn desteserkirin.
Di heman demê de polîsan dest danîbûn komek kamera, komputer û kelûpelên din ên rojnamegeran. Dadgehê biryar dabû rojnameger bila 24 saetan nikaribin bi parêzerên xwe re biaxivin. Zemo Aggoza ku dayika pitikeke 48 rojî bû, li navenda polîsan şîr dabû pitika xwe.
Aggoz piştî ku ew birin dozeriyê, bi şertê kontrola edlî serbest bûbû. (HA/AY)