Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) di salvegera kuştina nûçegîhana Al Jazzerayê rojnameger Şîrîn Ebû Akîle de raporeke Nû weşandiye.
Ebû Akîle dema ji bo nûçeyekê çibû Şerîaya Rojava kampeke penaberan, hatibû kuştin.
Raporê tevî bikaranîna hêza kujer a îsraîliyan a li dijî rojnamegeran, bal kişandiye li ser lêpirsînên têrê nakin û helwesta rayedarên îsraîlî ya bêhesab.
CPJyê di rapora xwe de gotiye ku leşkerên îsraîlî ji sala 2001ê heta niha bi kêmanî 20 rojnameger kuştine. Beşeke mezin a rojnamegeran (18) filistînî bû. Ji ber van mirinan, ti kes nehat tohmetkirin an jî lêpirsîna kesî nehate kirin.
Raportorê Projeyên Taybet ê CPJyê û edîtorê rapora navborî Robert Mahoneyî gotiye ku ne cara pêşiyê ye artêş di pêvajoya lêpirsînê de ti kesî berpirsiyar nabîne:
“Ev perçeyek modela bertekan e ku ji bo berpirsiyariyên xwe hilnegire hatiye sazkirin. Di 22 salên dawiyê de 20 rojnameger di encama gulebarana artêşa Îsraîlê de hatine kuştin û bi tenê yek endamekî/e Hêzên Parastinê yê/a Îsraîlê berpirsiyar nehatiye qebûlkirin.” (HA/FD)