Fotograf: NRT TV
Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) derbarê cezakirina rojnameger Şerwan Amîn Şerwanî û Guhdar Zebariyî de daxuyaniyek weşandiye û biryara cezakirina wan rexne kiriye. CPJyê daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye ku her du rojnamegeran serbest bike.
Duh (16ê Sibatê) Dadgeheke li Hewlêrê rojnameger Şerwan Amîn Şerwanî û Guhdar Zebariyî jî di nav de 6 sal cezayê girtîgehê li 5 kesan birî bû.
Dadgehê bi tohmeta Beşa 1em a Qanûna 21ê ya Qanûna Cezayan a Iraqê ya sala 2003yan binpê kirine ango “beşdarî wan çalakiyan bûne ku yekîtî, hevgirtin û serxwebûna welêt lawaz kirine”, ceza girtine.
CPJyê di daxuyaniya xwe de cezayê li rojnamegeran hatiye birîn bi gotinên “ne adil in û bê pîvan in” nirxandiye û gotiye, cezakirin ne tenê vî tiştî her weha delîla wî tiştî ye ku “Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê dest ji îdîaya girîngîdayînê ya azadiya çapemeniyê berdaye.”
Ignacio Miguel Delgado, Nûnerê CPJyê yê li Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakurî bang li rayedarên Kurd kiriye û gotiye, “her dua rojnamegeran demildest serbest bikin, tohmetên li wan hatine kirin betal bikin û dest ji tacîzkirina medyayê berdin.”
Muhammed Abdullah, parêzerê Şerwanî ji CPJyê re gotiye ku delîlên ji bo cezakirina Şerwaniyî hatine pêşkêşkirin, ne bes in û bêbingeh in.
Hêzên emnî yên Herêma Kurdistanê Şerwanî û Zebarî di Çiriya Pêşiyê ya 2020an de desteser kiribûn û girtibûn.
Mesrûr Barzaniyî ew bi sîxurtiyê tohmet kiribûn
Li gorî nûçeya NRT TVyê, Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja 10ê Sibatê daxuyaniyek dabû û rojnameger û çalakvanên medenî yên di sala 2020an de li Duhok û Hewlêrê hatibûn desteserkirin, bi sîxuriyê tohmet kiribû.
NRTyê di nûçeyeke din de ragihandiye, Rojnamegerên Sînornenas (RSF) roja duşemê (15ê Sibatê) daxuyaniyek weşandibû û ji Rêveberiya Herêma Kurdistanê xwestibû ku tohmetan betal bike.
Rojnewsê duh ragihandibû ku li bajarê Hewlêrê yekem rûniştina 17 dersdar, aktivîst û rojnamegerên li Herêma Behdînanê hatibûn desteserkirin, pêk hatiye. Ji vane dosya her yek Bedel Berwarî û Umêd Beroşkî şandibûn Dadgeha Lêkolînê.
Duh dadgehekirina Şerwan Şerwanî, Guhdar Zêbarî, Eyaz Kerem, Şivan Seîd û hevalên wan bi dawî bûye. Dadgehê 6 sal bi ser 5 rojnameger û mamostayan de biribû. (FD)