Fotograf: Kurdistan Commentary
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) ji Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re nameyek şandiye û xwestiye ku tacîza li ser rojnamegeran bidawî bikin û hemû rojnamegerên di girtîgehan de azad bikin.
Bixwîne - Li Herêma Kurdistanê xwepêşandan dewam dikin
Bixwîne - Tê payîn îro li Silêmaniyê xwepêşandaneke girseyî pêk were
Robert Mahoney, Alîkarê Dîrektorê Pêkanînê yê CPJya ku li hemû cîhanê azadiya çapemeniyê diparêze di nameye de her weha cih daye zext û zorên li ser rojnamegeran, ên di demên dawî de.
Mahoneyî di nameyê de wiha gotiye:
“Wezareta Lawan û a Çandê ya Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê çend rojên borî hişyarî daye Rûdaw, Speda û Payam, dezgehên weşanê yên herêmî ku di dema protesyoyan de derbarê nedana meaşên karmendan de nûçeyên tundkarî û sabotajê gûr bikin an jî ahenga civakî têk bibin, neweşînin, heke na wê kiryarên cidî yên yasayî bicî bikin.
“Di serê vê mehê de heman wezaretê, di encama hişyarî û dozên ji wezaret û ofîsên cida hatine de ofîsên saziyên weşanê yên li Hewlêr û Duhokê ji bo du mehan girtine. Lîsansa NRTyê ji bo du hefteyan hate rawestandin. Digel ku di 20ê Kanûna Pêşiyê de ji bo weşanê destûr dane NRTyê, kelûpelên wan ên weşanê ziyan dîtine.
“Li gel van lêkolîn û raporkirinên CPJyê didin nişandan kul i Kurdistana Iraqê herî hindik 3 rojnameger girtî ne. Desteserkirin û êrîşên di dema xwepêşandanên li tevahiya herêmê de pêk hatine li sala 2020an de her diçin zêdetir dibin.
“Nakokî di navbera van pêşketinên metirsîdar û berpirsiyariyên ji ber qanûnan tên ên Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê de hene. Di sala 2007an de Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê Yaseyeke Çapemeniyê qebûl kir ku azadiya çepemeniyê, ya xweîfadekirinê û weşanê nas dikir û digot divê ti carî weşan neyên rawestandin.
“Rêveberiya Herêmî ya Kurdan her caran pesnê xwe bi wan tiştan dide ku li Rojhilata Navîn ronahiya demokrasiye ye. Mesûd Barzanî, Serokomarê Kurd ê bere dema di 2008an de bi heyeta CPJyê re kom bû, soz da wan ku ew ê ji bo rojnamegeriyê şert û mercên guncav va bikin û ew girtinên derbarê tohmetên azadiya xweîfadekirinê red dike.
“Em pêşniyaz dikin ku li Kurdistana Iraqê destûrê bidin azadiya çapemeniyê û xwedî li van gotinên xwe derkeve.
“Heke tacîzkirina li ser NRTyê ya berdewam bidin sekinandin, rojnamegerên girtî azad bikin û bihêlin weşanger û rojnamegerên herêmî bêyî tirsa bergirîdanê hebe kar birin, wê ev bibe nîşaneya wî tiştî ku Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê pabend e bi azadiya çapemeniyê re.” (HA/FD)