Fotograf: CPJ
Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ya navenda wê li New Yorkê ye, di malpera xwe ya fermî de weşandiye ku hêzên Asayişa Herêma Kurdistanê, rojnamevanê Fotografan Qaraman Şukrî li Şêladizê girtîye.
CPJyê daye zanîn ku ew nerihetin jiber girtina Qaraman Şukriyî yê bo RojNewsê û KNN TVyê kar dike.
Komîteyê li gor raportên rêxistinên herêmî ragihandiye ku roja 27ê Hezîranê hêzeke ewlekariyê ya Asayişê, Şukrî di mala wî de ya li Şêladizê girtiye û çarenûsa wî heta niha diyar nîne.
Metro Center, saziya berevaniyê ji rojanemevanan re dike û navenda wê li Silêmaniyêye, li gor Naimet Rêkanî mamê Qaraman Şukriyî daye zanîn ku efserê Asayişê yê ku hatî bo girtina Şurkiyî gotiye wan, me çend pirs hene dê ji wî bikîn û paşî serbest berdîn, lê heta niha ew nehatiye berdan.
Roja 7ê Tîrmehê Zhiyan Mediya hevpeyvînek ligel parêzer û berpirsê ofîsa Duhokê ya rêxistina Mafên Mirov ya Kurdistanê (Kurdistan Human Rights) Hamdî Berwariyî kiriye, Berwariyî gotiye, Qaraman Şurkî li girtîgeha Zirka girtî bû, lê ew ne piştrastin ka heta niha li wêderê girtîye yan na.
Dengê Amerîka bi rêya telefonê têkilî bi Hamdî Berwarî re daniye û Berwariyî tekez kiriye ku Şukrî heta niha girtîye, lê nayê zanîn kanê kengî dê bê berdan.
Roja 7ê Tîrmehê, parêzerê dilxwaz Rêving Yasîn Nebî, yê ku berevaniyê ji dosya Qaraman Şukriyî re dike û têkilî bi malbata Şukriyî re hene ji CPJyê re gotiye, rê nayê dan ku ne parêzerên Qaraman Şukriyî, ne jî malbata wî, wî bibîne.
Delgado: Em ji ber girtina Şukriyî ne rehet in”
Ignacio Miguel Delgado, nûnerê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê yê CPJyê gotiye, "Em ne rehet in jiber girtina Qaraman Şukrî, jiber ku Asayişê tomarên xerab hene yên serederiya li gel rojnamevanên azad." Delgado herwiha diyar kiriye ku "Berpırsên Desthilata Kurdî li Bakurê İraqê divê derhal sedemên girtina Qaraman Şukriyî diyar bikin, yan jî wî berdin".
CPJyê destnîşan kiriye ku roja 19ê Hezîranê Qaraman Şukrî ji bo Stêrk TVyê li ser êrîşên Tirkiyeyê û bombebaranên artêşa wê li ser herêmê axifiye, Şukriyî li ser Facebookê weşandibû ku di êrîşên Tirkiyeyê de hejmarek sivîl hatine kuştin û divê Hikûmeta Herêmê van êrîşan şermizar bike.
Derbarê dosyaya Qaraman Şukriyî de, Dîndar Zêbarî, navbeynkar û kordînatorê Herêma Kurdistanê yê bi rêxistinên navnetewî re, doh Çarşemê 8ê Tîrmehê ji CPJyê re gotiye ew ê lêkolînê li ser girtina Qarman Şukriyî bikin û di demek nêzîk de bersivê bidin wan. (FD)
*Çavkanî: CPJ, dengê amerîka