*Madrid. Fotograf: AA.
Ji bo nûçaya tirkî bitikîne
Li tevahîya cîhanê hejmara nexweşên ku tedawîya wan encam dane û çak bûne jî geyîştîye 265 hezar û 887 kesan.
Herweha tevahîya cîhanê li bendê ne li japonyayê rewşa awartê bê ragihandin û Neteweyên Yekbûyî ji ber ku di karantînayê de tundkarîya meran zêdetir bûye banga pêşîlêgirtinê kirîye.
li Almanyayê hejmara berketîyên vîrusa Covîd-19ê ji 100 hezarî derbas kirîye û li Îsraîlê jî nêzîkî 9 hezarî bûye.
Serokwezîrê Îrlandayê wê vegere ser wezîfeya xwe ya doktorîyê
Leo Varadkar, Serokwezîrê Îrlandayê eşkere kirîye û gotîye, ji ber şewba vîrusa Covîd-19ê ewê vegere ser wezîfeya xwe ya doktorîyê û alîkarîyê bide xebatkarên tenduristîyê.
Herweha Varadkarî heta 2017an weke doktorê malbatan kar dikir. Piştî hilbijartinên 2017an bû Serokwezîrê wî welatî.
Li DYAyê ji ber vîrusa Covîd-19ê hejmara mirîyan nêzîkî 10 hezarî bûye
Li gorî agahîyên ku Zanîngeha Johns Hopkînsê belav kirîye, li DYAyê heta niha hejmara kesên ku ji ber vîrusa Covîd-19ê mirine geyîştîye 9 hezar û 132an û hejmara kesên bi vîrûsê ketine jî derketîye 321 hezar û 762an.
Herweha li DYAyê roja yekşema borî di 9 hezar û 517 kesan de vîrus hatiye tespîtkirin û 636 kes jî ji ber vîrusê mirine.
Li Gambiyayê xalên kontrolkirinê hatine danîn
Li Gambiyayê di çarçoveya tekoşîna li dijî virusa Covîd-19ê de hinek tedbîr hatine stendin. Herweha li piştî biryara tedbîran kolan û kuçeyên bajarê Banjûlaya paytexta Gambîyayê vala bûne. Hêzen Ewlekarîya wî welatî li hin herêman xalên kontrole danîne.
Heta niha li wî welatî kesek ji ber vîrusa Covîd-19ê mirîye.
Gazze
Li Gazzeyê di çarçoveya tedbîran de gelek kes girtibûn bin karantînayê ji wan 321 kes vegerîyane malen xwe. Ev kesana di dibistana bi navê El Savfe ya ku li Han Yunusê ye da di bin karantînayê da bûn. Gazzeyî yên ku ji karantînayê derketin ji alîyê xizmên xwe ve hatîye pêşwazîkirin.
Herweha li Felestînê heta kesek ji ber virûsa Covîd-19ê mirîye û 273 kes jî bi vîrusê ketine.
Boris Johnson, ji ber vîrusa Covîd-19yê rakirine nexweşxaneyê
Boris Johnson, Serokwezîrê Ingilîstanê 10 roj berê encama testa wî ya Covîd-19ê pozitiv derketibû, ji ber ku 10 roje şewata wî nakeve, duh(5ê Nîsanê) rakirine nexweşxaneyê.
Di daxuyaniya Nivîsgeha Serokwezîriya Ingilîstanê de hatîye gotin, "Serokwezîr li ser pêşniyaza doktoran vê êvarê bi mebesta testan rakirin nexweşxaneyê."
Li Nepalê meydanên bi nav û deng vik û vala ne
Ji ber şewba Covîd-19ê li Katmandûya paytexta Nepalê, meydan û navêndên ku her sal bi geştîyaran tijî dibûn îsal vik û vala ne.
Li Îspanyayê hejmara pêketîyên vîrusa Covîd-19ê her diçe zêde dibe
Li Îspanyayê ji ber vîrusê rewşa awarte hê didome. Li Madrîda paytexta Îspanyayê bi tenê welatî dikarin biçin market û dermanxaneyan. Ji xeynî market û dermanxaneyan rê naye dayîn welatî derkevin derve.
Herweha li Îspanyayê heta niha 131 hezar û 646 kes bi vîrusa Covîd-19ê ketine û 12 hezar û 642 kes jî bi vîrusê mirine. (PT/AY/FD)