Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li tevahîya cîhanê heta niha hejmara kesên ku bi vîrûsa Covid-19yê ketine geyîştîye 423 hezar û 724an û hejmara mirîyan jî geyîştîye 18 hezar û 925 kesan.
Herweha li tevahîya cîhanê hejmara nexweşên ku tedawîya wan encam dane û çak bûne geyîştîye 109 hezar û 172 kesan.
Welatên ku ji ber vîrusê herî zêde mirin tê de pêkhatîye Îtalya ye. Li îtalyayê bi zêdebûna 743 kesan ve hejmara mirîyan geyîştîye 6 hezar û 820an, hejmara berketîyan derketîye 69 hezar û 176 û bi zêdebûna 894 kesan ve hejmara kesên ku ji vîrûsê filitîne û çak bûne jî geyîştîye 8 hezar û 326 kesan.
Îro hejmara mirîyan herî zêde li Îspanyayê ye
Li Îspanyayê bi zêdebûna 514 kesan ve hejmara mirîyan derketîye 2 hezar û 696an, hejmara berketîyan bi zêdebûna 6 hezar û 584 kesan ve geyîştîye 39 hezar û 673 kes an. Bi vî awayî di 24 saetên dawîn da hejmara mirî û berketîyan herî zêde li Îspanyayê ye.
Li Îranê zarokekî 6 salî ji ber vîrusa Covîd-19yê mirîye
Li Îranê bi zêdebûna 122 kesan ve hejmara mirîyan derketîye 1934an û bi zêdebûna 1762 kesan ve hejmara berketîyan derketîye 24 hezar û 811 kes an. Herweha li îranê zarokekî 6 salî ji ber vîrûsa Covîd-19yê mirî ye.
Li Çînê vîrûs bi kesên ku ji derveyê welat tên peyda bûye
Li Çînê îro vîrus bi 135 kesan va hatiye tespîtkirin û hatîye dîyar kirin ji wan 129 kes ji derveyî wî welatî hatine û vîrûs bi xwe re anîne. Li Çînê di 24 saetên dawîn da bi zêdebûna 7 kesan hejmara mirîyan geyîştîye 3 hezar û 277an û ya berketîyan jî derketîye 81 hezar û 171 kes an.
Welatên Avrasyayê li dijî vîrusê tevdîr zêde kirine
Li Ermenistan, Kirgizistan, Kazakistan, Azerbaycan, Rûsya, Gurcistan û Ozbekistanê tevdîrên li dijî vîrusa Covîd-19yê têne zêdekirin.
Li Brîtanyayê herêma Westminsterê ji ber vîrûsê vik û vala ye
Westminstera ku Bîg Ban lê ye û li Londonê weke herêma parlamentoyê tê zanîn, ji ber vîrûsa Covîd-19yê vala maye.
Boris Johnson, Serokwezîrê Îngîltereyê di 23yê Adarê da derketina derve qedexe kiribû. Herweha qedexikirina derketina derve bi tenê ji bo kesên naçin kar bû.
Li Gazzeyê alîkarîya xorak û zexîreyê hatîye sekinandin
Ednan Ebû Haseneyî, Berdevkê Gazzeyê yê UNRWAyê di daxûyanîyekê nivîskî da gotîye, piştî ku li Gazzeyê di 2 kesan da vîrûsa Covîd-19yê hatîye tespîtkirin, me alîkarîya xorak û zexîreyê dane rawestandin.
Yusuf Ebûrîş, Alîkarê Wezîrê Tenduristîyê yê Felestînê duh di civîna çapemenîyê da dîyar kiribû, di 19yê Adarê da di 2 kesên ku li pakistanê hatibû da vîrusa Covîd-19yê hatîye tespitkirin. (PT/AY/FD)