Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî malpera worldometerê heta niha hejmara kesên ku bi vîrûsa Covîd-19yê ketine li tevahîya cîhanê geyîştîye 382 hezar û 057 kesan û hejmara mirîyan jî geyîştîye 16 hezar û 588 kes an. Herweha li gor agahîyên fermî li tevahîya cîhanê hejmara nexweşên ku tedawî bûne û çak bûne geyîştîye 102 hezar û 501 kes an.
Ji ber vîrûsê rêjeya mirinan herî zêde li Îtalyayê ye.
Li Îtalyayê ji ber vîrûsa Covîd-19yê hejmara mirîyan geyîştîye 6 hezar û 077 kes an.
Li piştî Îtalyayê hejmara mirîyan herî zêde li Çînê ye û heta niha 3 hezar û 277 kes li wî welatî ji ber vîrusa Covîd-19yê mirine.
Îspanya ji ber mirinan weke welatê sêyem tên binavkirin û li wî welatî jî heta niha 2 hezar û 311 kes ji ber vîrûsê mirine.
4em welat Îran e. Li Îranê heta niha 1812 kes ji ber vîrusê mirine.
Li Kanadayê şirît li her derê hatîye kişandin
Li Kanadayê di çarçoveya tevdîran da li parkên zarokan û gelek cîhên din şirîtên ewlehîyê hatine kişandin.
Herweha li Kanadayê ji ber vîrûsa Covîd-19yê heta niha 24 kes mirine û 2 hezar û 091 kes jî bi vîrusê ketin e.
Li Brîtanyayê derketina derve hatîye qedexekirin
Li Brîtanyayê ji duh êvarê pê ve derketina derve bi şêweyekî sînordar hatîye qedexekirin.
Herweha li wî welatî ji ber vîrûsa Covîd-19yê heta niha 335 kes mirine û 6 hezar û 650 kes jî bi vîrusê ketin e.
Li Kolombîyayê nexweşxaneyên sahra yên ji bo rewşên awartê hatîye avakirin
Li Bogota paytexta Kolombîyayê, di çarçoveya tekoşîna li dijî vîrusa Covîd-19yê da dest bi avakirina nexweşxaneyên sehra kirin e.
Herweha di rojên borî da li Bogotayê di girtîgehê da serhildan çêbû bû. Di encama serhildanê da 23 kes mirî bû. Li piştî van bûyeran li wî welatî biryara avakirina nexweşxaneyên sehta hatiye stendin.
Angela Merkel xwe girtîye bin karantînayê
Angela Merkel Şansolyeya Elmanyayê, encama testa wê negatîve û biryar daye ku xwe bigre bin karantînayê
Li Iraqê hişyarîya derketina derve hatîye kirin
Berhem Salih, Serokomarê Iraqê destnîşan kirîye û gotîye, li welêt hejmara berketîyên vîrûsa Covîd-19yê her diçe zêdetir dibe, ger biryara qedexekirina derketina derve neye cîbîcî kirin wê alozî kûrtir bibe.
Herweha li Iraqê heta niha 23 kes ji ber vîrusê mirine û 266 kes jî pê ketine.
Li Myanmarê ji ber vîrusa Covîd-19yê yekem nexweş hatîye tespîtkirin
Li ser hesabê Facebookê yê Wezareta Tenduristîyê ya Myanmarê hatîye dîyar kirin, di 2 kesan da vîrusa Covîd-19yê hatîye tespîtkirin û her du jî mêrin û yek jê li bajarê Yangonê ye û yên din jî li eyaleta Chînê ye. (PT/AY/FD)