Fotograf: New York - AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê heta niha hejmara kesên ku bi vîrûsa Covîd-19yê ketine li tevahîya cîhanê geyîştîye 341 hezar û 338 kesan û hejmara mirîyan jî geyîştîye 14 hezar û 746 kes an. Herweha li gor agahîyên fermî li tevahîya cîhanê hejmara nexweşên ku tedawî bûne û çak bûne geyîştîye 99 hezar û 040 kes an.
Di hefteyekê da rojeva olîmpîyatan hatîye guhertin
Şînto Abe, Serokê Japonyayê eşkere kirîye, Lîstikên Olîmpîyatê yên 2020an divîyabû di havîna îsal da bihata kirin lê ji ber vîrusê wê bê bi paşxistin.
Serok Abeyî dîyar kirîye û gotîye, "bê bi paşxistina lîstikan çi alternatîfên me nîne, encax mijara bi temamî betalkirina olîmpîyatan di rojêve te nîne"
Li Îtalyayê hejmara mirîyan nêzîkî 6 hezarî bûne
Angelo Borrellî, Rêvebirê Giştî yê Berevanîya Sivîl ê Îtalyayê, duh êvarê daxuyanîk daye û li gorî wê daxûyanîyê li Îtalyayê kesên ji ber vîrûsa Covîd-19yê mirine hejmara wan geyîştîye 5 hezar û 476 kes an.
Herweha hejmara mirîyan li gorî roja borî 651 kes zêde bûne û hejmara berketîyên vîrûsê ji 46 hezarî têperî ye.
Encama testa Borrellîyî jî negativ derketî ye.
Li Şîlîyê derketina derve ya ji bo şevê hatîye qedexekirin
Hukumeta Şîlîyê ji ber vîrûsa Covîd-19yê di navbera saet 22.00yê şeve û 05.00yê sibehê qedexekirina derketina derve ragihandî ye.
Jaime Manalich, Wezîrê Tenduristîyê yê Şîlîyê li ser hesabê xwe yê Twîtterê nivîsandîye, jineke temenê wê 83yê ji ber vîrûsa Covîd-19yê mirî ye.
Manalichî dîyar kirîye, li welêt ev yekem kese ji ber vîrûsê dimire.
Herweha 18 milyon kes li Şîlîyê dijî û heta niha di 537 kesan da vîrûs hatîye tespîtkirin.
Li Îspanyayê otobüs weke ambulans tên bikaranîn
Li gorî Wezareta Tenduristîyê ya Îspanyayê, ji duh ve hejmara kesên bi vîrûsê ketine geyîştîye 19 hezar û 980 kesan û 1002 kes jî mirine.
Herweha di 24 saetên dawîn da hejmara mirîyan derketîye 1326 kes an.
Li wî welatî ji ber ku ambulans têra nexweşan nakin, otobus weke ambulans têne bikaranîn.
Fransa: Hejmara berketîyan zêdetir dibe
Jerome Salomon, Rêvebirê Giştî yê Wezareta Tenduristîyê yê Fransayê civînekê çapemenîyê li darxistîye û gotîye, hejmera kesên bi vîrûsa Covîd-19yê ketine bi zêdebûna 1559 kesan va derketîye 16 hezar û 18 kes an.
Jerome Salomonî diyar kirîye, di 24 saetên dawîn da hejmara mirîyan jî bi zêdebûna 112 kesan va derketîye 674an.
Li DYAyê hejmara berketîyan firîyaye
Li gorî daneyên ku zanîngeha Johns Hopkînsî belavkirîye, li DYAyê hejmara berketîyên vîrûsa Covîd-19yê geyîştîye 26 hezar û 747 kesan ya mirîyan jî derketîye 340 kes an.
Li Hîndistanê qedexekirina derketina derve hatîye ragihandin
Li Hîndistanê ji ber zêde bûna hejmara mirîyan û berketîyên vîrûsê derketina derve hatîye qedexekirin.
Serok Nerandra Modîyî eşkere kirîye, di navbera saet 07.00-21.00an da heta 31ê Adarê biryara qedexekirina derketina derve hatîye stendin.
Merkel di bin karantînayê da ye
Li Elmanyayê hejmara kesên ku ji ber vîrûsa Covîd-19yê mirine derketîye 92yan û hejmara nexweşan jî geyîştîye 23 hezar û 920 kes an.
Herweha Angela Merkel Şansolyeya Elmanyayê, encama testa wê negatîve û biryar daye ku xwe bigre bin karantînayê. (PT/AY/FD)