Fotograf: Tehran / AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gor malpera Worldometersa ku agahîyên dawîn ji Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê werdigre, hejmera kesên ku ji ber vîrûsa Covîd-19yê mirine ji deste vê sibehê pê ve geyîstîye 10 hezar û 48 kes an.
Herweha hejmara nexweşên bi vîrûsê ketine geyîştîye 245 hezar û 997 kesan û hejmara kesên çak bûne û çûnin malen xwe 88 hezar û 471 kes e.
Mirin herî zêde li Îtalyayê heye
Angelo Borrelli, Rêvebirê Giştî yê Berevanîya Sivîl ê Îtalyayê bi heftane di bin karantînayê da ye, gotîye, hejmara berketîyên vîrûsê geyîştîye 33 hezar û 190 kesan, ger em kesên ku ji ber vîrûsê mirine û yên çak bûne jî têxin nava vê hejmarê, hejmar digihêje 41 hezar û 35 kesan.
Borrellîyî diyar kirîye, îro 415 kesên din çak bûne û hejmara kesên ku ji nexweşîyê rizgar bûne geyîştîye 4 hezar û 440 kes an. Herweha hejmara mirîyan bi zêde bûna 427 kesan, geyîştîye 3 hezar û 405an.
Li Îranê hejmara mir û berketîyan her diçe zêdetir dibe
Li gorî nûçeya duh êvarê ya televizyona dewleta Îranê, Kiyanûş Cîhanpûr, Berpirsê Tekîlîyên bi Gel ra yên Wezareta Tenduristîyê ya Îranê diyar kirîye, di nav 24 saetên dawîn da 149 kes mirin e.
Cîhanpurî eşkere kirîye, heta niha hejmara kesên ku ji ber vîrûsa Covîd-19yê mirine geyîştîye 1284 kesî û hejmara berketîyan jî bi zêde bûna 1046 kesan, geyîştîye 18 hezar û 407 kes an. Herweha hejmara kesên ku ji nexweşîyê rizgar bûne, geyîştîye 5 hezar û 979 kes an.
Li Gazzeyê dibistan weke binkeyê tenduristîyê têne bikaranîn
Sazîya Alîkarîyê ya Penaberên Felistînî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî (UNRWA), di çarçoveya tevdîrên ji ber vîrûsa Covîd-19yê da li Gazzeyê 17 dibistan ji bo kesên pirsgirêken wan yê sîstema bêhngirtinê hene, kirine binkeyên tenduristîyê.
li Kolombiyayê çûnûhatina ji derveyî welat hatiye qedexekirin
Ivan Duque, Serokê Kolombîyayê dîyar kirîye bi maweya 30 çûnûhatina derveyî welat hatîye rawestandin.
Li DYAyê di Lîga Basketbolê ya Amerîkayê (NBA) da hejmara berketîyên vîrûsa Covîd-19yê geyîştîye 14an.
Di 2 lîstikvanê taxima Lon Angeles Lakersa ku ser bi NBAyê ye da virûsa Covîd-19yê hatiye tespit kirin. Bi wan her du lîstikvanên ku navên wan nehatine eşkere kirin ra hejmara berketîyên vîrûsê li NBAyê derketîye 14an.
Li Hollandayê Wezîrê Tenduristîyê îstifa kirîye
Êvara Çarşema borî Li Hollandayê di danişîna civîna derbarê vîrûsa Covîd-19yê da Bruno Bruins, Wezîrê Tenduristîyê yê Hollandayê ji xwe çû bû. Li piştî vê Bruînsî erka xwe bi cîh hêştî ye. (PT/AY/FD)