Dêrek li Fransayê. Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li seranserê cîhanê hejmara kesên bi nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê ketine gihîştiye 4 milyon û 268 hezar û 644an. Heta niha 287 hezar û 463 kes mirine.
Li Tirkiyeyê jî test ji bo milyon û 403 hezar û 320 kesan hatiye çêkirin. Heta niha 139 hezar û 771 kes nexweş ketine. 3 hezar û 841 kes piştî dermankirinê baş bûne.
Ingilîstan
Boris Johnson, Serokwezîrê Ingilîstanê duh bi şev derketiye pêşberî kamerayan û banga xwe ya netewî xwendiye. Johnson li dijî wan rexneyan sekiniye ku dibêjin plana hikûmetê aşkere kiriye, ne zelal e.
Johnsonî ne gotibû “Li malê bimînin” lê gotibû “Dest ji tedbîran bernedin”. Ji ber vê jî rexne lê hatibûn kirin.
Johnsonî duh jî gotiye ku mesaja wî mesaja herî rast a ji bo welêt e û wiha berdewam kiriye:
“Heta ku hûn bikaribin li derveyî malê bimînin û sporê bikin. Hûn û û kesê/a ne ji mala we dikarin hev bibînin lê divê di navbera we de 2 metre valahî hebe.”
Johnsonî wiha berdewam kiriye:
“Heke bibe li mala xwe kar bikin. Temasa we bila kêm be. Bila di navbera we de 2 metre valahî hebe. Destê xwe bi rêk û pêk bişon. Li cihên sergirtî rûpoşan bidin ber devê xwe. Heke nişane li we derketin, xwe karantîne bikin.”
Li Ingilîstanê 223 hezar û 60 kes bi nexweşiyê ketine, û 32 hezar û 65 kes mirine.
DYA
Li beşa rojava (West Wing) a Koşka Spî bikaranîna maskeyan êdî mecbûrî ye ku ofîsên Donald Trump, Serokê DYAyê bi wan re din ava danûstandinê de ye li vir in.
Trumpî di civîna çapemeniyê de gotiye ku “wî ev biryar daye.” Li gorî nûçeyên ku di medyaya DYAyê de hatine weşandin alîkarê Trumpî yê xwarina wî jê re dibir nexweş ketiye û Trump ji ber vê “hêrs bûye.”
Piştî alîkarê Trumpî, şêwirmendî çapemeniyê yê Mike Penceyî, Alîkarê Serokê DYAyê jî hefteya borî nexweş ketibû.
Dr. Anthony Fauci, Serokê Lijneya Şêwirmendên Koronavirusê yê Koşka Spî jî tê de sê endamên Lijneyê, ji ber testa kesekî/ê pozîtîf derketibû, xwe ji bo du hefteyan kerentîne kiribûn.
Rûsya
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a TASSê, li St. Petesburgê, agir bi Nexweşxaneya Aziz Yorgiyî ketiye ku kesên bi koronavirusê ketine liv ir dihatin dermankirin.
5 kesên ku bi cîhaza bêhstandinê dihatin dermankirin mirine. Hatiye diyarkirin ku 150 kesên li nexweşxaneyê hatine derxistin û agir hatiye tefandin.
Fransa
Li Parîsê, paytexta Fransayê berber, kuafor û cihên weke wan û xwaringeh û mexaze hatine vekirin ku ji ber koronavirusê ev 55 roj in girtî bûn. (PT/FD)