Îspanya. Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li seranserê cîhanê hejmara kesên bi koronavirusê ango Covid-19ê ketine bûye 4 milyon û 181 hezar û 307. Heta îro 283 hezar û 880 kes mirine.
Li Tirkiyeyê jî li gorî amarên dawiyê test ji bo milyon û 370 hezar 3u 598 kesan hatiye kirin. 138 hezar û 657 kes nexweş ketine. Dîsa li seranserê Tirkiyeyê 3 hezar û 786 kes ji ber nexweşiyê mirine.
Almanya: Nexweşî dîsa bilez belav dibe
Li Almanyayê bergirî hatibû sistkirin lê nexweşî disa bilez belav dibe.
Li gorî rapora rojane ya Enstîtuya Robert Kochî, piştî roja şemiyê, roja yekşemê jî rêjeya belavbûna nexweşiyê bilind bûye û ev weke rewşeke xetere hatiye binavkirin. Rêje niha ji yeke berjortir e.
Li gorî daneyên Enstîtuyê, li Almanyayê roja yekşemê hejmara pêketiyan 357 zêde bûye û gihîştiye 169 hezar û 575an.
Her weha 22 kesên din mirine û li ser hev hejmara miriyan bûye 7 hezar û 417. Li gori daneyên Enstîtuye 145 hezar û 600 kes baş bûne.
Li her eyaleteke Almanyayê ji bo vekirina navendên kirîn û firotinê, cafe û xwaringeh û dibistanan biryarên cida cida tên dayîn.
Îspanya
Di 24 saetên dawiyê de 143 kesên din mirine û li ser hev hejmar gihîştiye 26 hezar û 621 kesan.
Li Îspanyayê hê jî rewşa awarte heye û hikûmetê destûr daye ku hin saetan û li hin deveran (herî zêde kîlometroyek dûrî malan) welatî bikaribin sporê bikin. Li Madrîdê piştî vê biryarê gelek kes ji bo bimeşin û sporê bikin derketine derve.
Çîn
Komisyona Tenduristiyê ya Netewî ya Çînê di 9ê Gulanê de aşkere kiriye ku 14 kes nexweş ketine. Yek ji wan li bajarê Wuhanê bûye ku nexweşî cara pêşiyê li vî bajarê derketibû û li hemû cîhanê belav bûbû.
Çînê roja pêncşemê aşkere kiribû ku li hemû eyaletan kêmek metirsî heye. Lê piştî ku bi rojekê nexweşî li kesekî din peyda bûye û roja piştî wê ev hejmar derketiye 14an, metirsî zêde bûye.
Li bajarê Shulanê, yê eyaleta Jillinê kul i bakurê rojhijlatê Çînê ye, 11 kes bi hev re nexweşî li wan peyda bûye.
Koreya Başurî
Koreya Başurî ji bo pêla duyem a nexweşiyê daxuyaniyek daye û hişyarî daye welatiyên xwe. Hejmara nexweşan di wê demê de zêde bûye ku bergirî hatine sistkirin.
Moon Jae-in, Serokdewletê Koreya Başûrî, daxuyaniyek daye û gotiye, nexweşên nû nîşan daye ku vîrus dikare her gavê berbelavtir bibe. Moon Jae-inî her weha hişyarî daye welatiyan ku heta dawiya salê pêla duyem a nexweşiyê pêk were.
Rayedaran aşkere kirine ku li welêt 34 kesên din bi nexweşiyê ketine. Ji 9ê Nîsanê û vir ve hejmara herî bilind e ev hejmar. Rayedaranji ber vê rewşê hemû cihên şahiyê yên li Seulê heta demekê girtine.
Wezîrê Tenduristiyê gotiye ku ew ê binirxînin bê k adi 13ê Gulanê de dibistanan gav bi gav vekin an na.
WHO wê xebatkarên xwe ji Yemenê bikişîne
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) biryar daye ku xebatên xwe yên li Yemenê, herêmên di bin kontrola Husiyan de bide sekinandin.
Li gorî nûçeya di Reutersê de hatiye weşandin, WHO bi vê gavê dixwaze ku bihêle kom di mijara nexweşiyên biguaman de zelaltir tevbigere. (PT/FD)