Akinciyên li Amazonê. Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî zanyariyên dawiyê li cîhanê hejmara pêketiyên Covid-19ê ango koronavirusê bûye 3 milyon û 917 hezar û 744 kesan. Hejmara miriyan jî gihîştiye 270 hezar û 740 kesan.
Li Tirkiyeyê test ji bo milyon û 265 hezar û 119 kesan çêkirine. 133 hezar û 721 kes nexweş ketine. Heta niha 3 hezar û 641 kes mirine
Avûstralya
Li Avûstralyayê plana asayîbûna rewşê ya bi sê qonaxan de hatiye beş kirin, eşkere bûye.
Qonaxa yekem: di vê qonaxê de dê heta 10 kesî dikarin kom bibin, dikarin heta 5 kesî weke mêwan bi hewîne, zarok dikarin biçin dibistanan, heta 30 kesî dikarin beşdarî merasîma cinazeyan bibe û heta 10 kesî dikarin beşdarî daweta bibin. Her weha di vê qonaxê de dê rê were dayîn, ku kafe û restoran were vekirin.
Qonaxa duyem; li gel Sînema û Şanoyê rê tê dayîn ku dê ji 20 kesî zêdetir kes bêne gel hev.
Qonaxa sêyem; di vê qonaxê de dê heta 100 kesî jî wê bikaribin were gel hev. Dê gelek xebatkar wê vegerin ser karên xwe. Çûn û hatina nava eyaletan dê dest pê bike.
Bar û klûpên şev dê were vekirin.
Amazon
Xelkên herêmî yên li Manaûsa paytexta Eyaleta Amazonasa Brezîlyayê dijîn, bi bikaranîna maske û lepikan jiyana xwe ya etnîkî ji vîrusa Covîd-19ê diparêzin.
Li Meksîkayê amadekariyên roja dayikan
Li Meksîkoya paytexta Meksîkayê di çarçoveya tekoşîna li dijî Covîd-19ê de li pêş pîroz kirina roja dayikan bazara gulan a Jaîmaîcayê hatiye dermankirin. Her weha wê roja dayîkan di 10ê Gulanê de bê pîroz kirin.
Fransa
Li Fransayê di 24 saetên dawî de hejmara kesên ku ji ber vîrusa Covîd-19ê mirine bi zêdebûna 178 kesan ve gihaştiye 25 hezar û 987kesan.
Polonya
Li Polonyayê di çarçoveya têkoşîna li dijî vîrusa Covîd-19ê de hilbijartinê serokomariyê hatiye taloq kirin. li piştî taloqkirina hilbijartinan komek welatî li paytexta wî welatî Varşovayê bi pankartan biryar protesto kirine.
Herêma Kurdistanê
Hikumeta Herêma Kurdistanê ragihandiye, ku mizgeftên ku di çarçoveya rênimayên cureya nû ya vîrusa koronayê (Covîd-19) de ji îbadetan re hatibûn girtin, tê plankirin ku piştî 11ê Gulanê bên vekirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Ewqaf û Karûbarê Ayînî ya Herêma Kurdistanê de hatiye destnîşankirin ku heke Lijneya Têkoşîna Dijî Vîrusa Koronayê di warê şert û mercên tendirustiyê de pesend bike dê mizgeftên li herêma Kurdistanê piştî 11ê gulanê roja duşembê ji îbadetê re bên vekirin.
Ji Rêveberiya Tendirustiyê ya bajarê Slêmaniyê ve 10 ekîb hatine wezîfedarkirin û li 275 mizgeftên li navsînorên parêzgehê dest bi xebatên dezenfektanê kirine.
Rûsya
Sergey Sobyanîn, Serokê Şaredariya Moskovayê eşkere kiriye, ku li wî bajarî hejmara pêketiyên vîrusa Covîd-19ê nêzîkî 300 hezarî ne. (PT/AY/FD)