Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Heta niha li seranserê cîhanê hejmara pêketiyan gihîştiye 5 milyon û 910 hezar û 720 kesan. 362 hezar û 124 kes jî mirine.
Li Tirkiyeyê jî test ji bo milyon û 928 hezar û 209 kesan hatiye kirin. 16 hezar û 979 kes bi nexweşiyê ketine. 4 hezar û 461 kes mirine.
DYA
Li gorî daneyên ku malpera “Worldmeter”ê parve kirine, li DYAyê hejmara pêketiyan gihîştiye milyon û 757 hezar kesan. Heta niha 102 hezar kes mirine. 495 hezar kes jî piştî dermankirinê baş bûne. New York amadekariyan dike k udi Hezîranê de qonaxa yekem a asayîbûnê bide destpêkirin. Li gorî vê planê wê hin kargeh û market werin vekirin.
Brezilya
Welatê duyem e ku herî bandora koronavirusê ango Covid-19ê lê bûye. Heta niha 418 hezar û 608 kes bi vê nexweşiyê ketine. 25 hezar û 935 kes mirine. Li welêt 166 hezar û 647 kes baş bûne. Hemşîre li cîhanê herî zêde li Brezilyayê mirine.
Li Rûsyayê 8 hezar û 371 kesên din bi Covid-19ê ketine û hejmara pêkitiyan gihîştiye 379 hezar û 51ê. 4 hezar û 142 kes jî mirine. Hejmara kesên ku piştî dermankirinê baş bûne gihîştiye 150 hezar û 993 kesan.
Li Îspanyayê hejmara pêketiyan bûye 284 hezar û 986. Hejmara miriyan jî gihîştiye 27 hezar û 119 kesan. 196 hezar û 958 kes baş bûne. Nûçegîhanên fotografan bi hinceta ku ji ber şewbê mafên wan ên wergirtina nûçeyan û karkirinê hatiye sînorkirin li ber saziya La Ligayê û avahiyên klubên sporê çalakiyek li dar xistine.
Li Ingilistanê hejmara miriyan gihîştiye 37 hezar û 837 kesan. Heta niha 269 hezar û 127 kes bi vê nexweşiyê ketie. Hatiye aşkerekirin ku Premier Lig wê di 17ê Hezîranê de dest pê bike. Alîgirên tîman wê nikaribin biçin stadan û li yariyan temaşe bikin.
Li Îtalyayê 70 kesên din mirine û hejmara miriyan gihîştiye 33 hezar û 142 kesan. 231 hezar û 732 kes bi nexweşiyê ketine. Hejmara kesên ku baş bûne gihîştiye 150 hezar û 604an. Hatiye aşkerekirin ku wê Seria A di 20ê Hezîranê de dest pê bike.
Li Fransayê hejmara miriyan gihîştiye 28 hezar û 662 kesan. 186 hezar û 238 kes bi nexweşiyê ketine. Hejmara kesên ku baş bûne gihîştiye 67 hezar û 191 kesan. Claude Goasguen parlamentere Partiya Komarparêzan (LR) ji ber Covid-19ê miriye. LR partiyeke rastgir û navendî ye. Li Fransayê qonaxa duyem a sistkirina tedbîran dest pê kiriye.
Belçîka
Li Belçîkayê wê di 2yê Hezîranê de kreş, di 8ê hezîranê de hemû dibistanên seretayî bên vekirin. Dadgehekê sê meh ceza li kesekî/ê biriye ku tû kiriye ser ruyê kesekî/e din.
Li Bosna Hersekê Mall hatine vekirin. Li Makedonyaya Bakurî restoran û kafe careke hatine vekirin.
Andres Manuel Lopez Obrador, Serokdewletê Meksîkayê aşkere kiriye ku ew ê hefteya bê dîsa dest bi programên geştê bikin.
Rêveberiya Erebistana Siûdiyê planek aşkere kiriye ku ji du qonaxan pêk hatiye. Ev plan wê roja yekşemê destpê bike. Di qonaxa yekem de wê destûra ketina Mekkeyê bê dayîn. Her weha wê di navbera saetên 06.00ê û 15.00ê de destûra derketina derve bê dayîn.
Li Senegalê Federasyona Basketbolê diyar kiriye ku encamên yariyên beriya niha hatine kirin, wan betal kiriye. Sendîkayên bas û minîbasan aşkere kiriye ku ji ber biryarên sînorkirinê yên derbarê veguhestina wesayitên civakî karên wan nebaş e û ew ê li seranserê cîhanê grevekê li dar bixin.
Li Bangladeşê qedexeya derketina derve ji bo xebatên ekonomik destpê bikin wê gav bi gav were rakirin. Qedexeya derketinê di 26ê Adarê de destpê kiribû.
Li Taylandê dema qedexeya derketina derve hatiye kurtkirin. Li welêt metirsî heye ku 8 milyon û 400 hezar kes bêkar bimînin.
Li Bahreyn û Kuweytê wê roja yekşemê mizgeft vebin.
Li Mirnişînên Erebî di 31ê Gulanê de wê wezaret û saziyên dewletê dest bi kar bikin.
Li Herêma Xweser a Bangsamoro ya Filipînan navendeke îzolasyonê ya Covid-19ê hatiye vekirin.
Li Tûnûsê xwendekarên pola dawiyê yên lîseyan êdî dikarin biçin dibistanan.
Li bajarê Sebhayê yê Libyayê piştî şewba Covid-19ê hatiye dîtin, ketin û derketina bajêr hatiye qedexekirin.
Li Maliyê şewba Covid-19ê li 70 xebatkarên Misyona Birêkûpêk a Enegre ya Neteweyên Yekgirtî (MINUSMA) peyda bûye.
Sîngapûriyên ku nexweşî li wan peyda bûye, di 21em roja dermankirinê de heke rewşa wan baş bûbe, careke din test ji wan re nayên kirin û wê bikaribin biçin malên xwe. (PT/FD)