* Komên mariachi li Kolombiyayê, Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li tevahîya cîhanê heta niha hejmara kesên ku bi vîrûsa Covid-19ê ketine gihaştiye 5 mîlyon û 90 hezar û 157an û hejmara mirîyan jî gihaştiye 329 hezar û 739 kesan.
Li Tirkiyeyê li gor daneyan heta niha test ji bo milyon û 696 hezar û 994 kesan çêkirine. 152 hezar û 587 kes nexweş ketine. 4 hezar û 222 kes jî bi Covîd-19ê mirine.
Li Îspanyayê rewşa awarte(OHAL) bi du hefteyan hatiye dirêj kirin
Parlamentoya Îspanyayê ji ber Covîd-19ê ji 14ê Adarê heta 24ê Gulanê rewşa awarte(OHAL) ragihandibû. Parlamentoyê ji 24ê Gulanê pê ve ji bo 2 hefteyan dirêj kirina dema OHALê pesend kiriye.
Li Îspanyayê li gorî daneyên dawîn heta niha 27 hezar û 888 kes bi Covîd-19ê mirine. 232 hezar û 555 kes jî bi vîrusê ketine.
Kolombiya
Li Bogotaya paytexta Kolombiyayê ji ber tevdîrên di çarçoveya têkoşîna li dijî Covîd-19ê de hatiye stendin, koma Mariachî di kolanan de bi gotina stranan debara xwe dikin.
Li DYAyê hejmara nexweşan gihaştiye milyon û 560 hezar û 766an
Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Covîd-19ê berhev dike, li DYAyê hejmara pêketiyên koronayê ango Covid-19ê derketiye milyon û 560 hezar û 766an. 92 hezar bi Covîd-19ê mirine û hejmara kesên baş bûne ji 360 hezarî derbas bûne.
Hatiye ragihandin ku derîyê sinôr ê di navbera DYAyê û Kanadayê de di çarçoveya tedbîran de çûnûhatin heta 21 Hezîranê hatiye dirêj kirin.
Ingilistan
Li Îngilistanê heta niha 35 hezar û 341 kes bi Covîd-19ê mirine. 248 hezar û 818 kes jî nexweş ketine.
Îtalya
Li tevahiya Îtalyayê heta niha 32 hezar û 169 kes bi Covîd-19ê mirine. 226 hezar û 699 kes nexweş ketine. 129 hezar û 401 kes jî baş bûne.
Serokwezîrê Rûsyayê vegeriyaye ser wezifeya xwe
Li Rûsyaê heta niha 2 hezar û 837 kes bi Covîd-19ê mirine. 299 hezar û 941 kes nexweş ketine. 76 hezar û 130 kes jî baş bûne.
Mîhaîl Mîşûstin, Serokwezîrê Rûsyayê, ji ber Covîd-19ê li nexweşxaneyê dihate derman kirin. Piştî dermankirinê baş bûye û vegeriyaye ser wezifeya xwe.
Pêşkevtinên din yên derbarê Covîd-19ê de weha ne
Li Brezîlyayê heta niha 17 hezar û 509 kes bi vîrusê mirine. 262 hezar û 545 kes nexweş ketine û 100 hezar û 459 kes jî baş bûne.
Li Danmarkê ji 13ê Adarê pê ve mizgeftên ku girtî bûn ji îbadetê re vebûne.
Li Çekyayê ji ber ku hewa germ bûye, bi şertê mesafeya civakî pêkbînin kêsên li ofîsan de kar dikin êdi dikarin maskeyan bikarneyînin.
Mescîd-î Aksaya Bakûrê Qûdûsê ya ku di bin dagirkeriyê de ye wê di cejna remezanê de ji îbadetê re bê vekirin.
Li Îsraîlê ji ber ku hewa germ bûyê bikaranîna maskeyan ji bo demekê hatiye rawestandin.
Li Urdunê û Tûnûsê ji ber Covîd-19ê di çarçoveya tedbîran de biryara kirina nimêja cejnê li mal hatiye stendin.
Li Komara Afrîkaya Başûr di 24 saetên dawî de hejmara herî zêde ya nexweşên Covîd-19ê hatiye tespîtkirin.
Li Şîlîyê testa nîvê senatoyê pozîtiv derketiye û 4 wezîran xwe girtiye karantinayê.
Li Qeterê karên bazirganiyê heta 30ê Gulanê hatiye rawestandin.
Li Cakartaya paytexta Endonezyayê tedbîrên ku ji ber Covîd-19ê hatibû stendin heta 4ê Hezîranê hatiye dirêj kirin. (PT/AY/FD)