Fotograf: AA / Arşîv
Li gorî "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Covîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha 451 hezar û 661 kes ji ber şewbê mirine, 4 milyon û 429 hezar û 122 kesên bi vîrusê ketibûn jî baş bûne.
Li tevahiya cîhanê 3 milyon û 536 hezar û 317 kesên nexweş ketine tên dermankirin. Hejmara kesên bi vîrusê ketine jî gihîştiye 8 milyon û 417 hezar û 100î.
Li DYAyê rewş xiraptir bûye
Welatê ku pêketî û miriyên wê herî zêde DYA ye. Li DYAyê 2 milyon û 234 hezar û 475 kes bi Covîd-19ê ketine. Her weha 119 hezar û 941 kes jî ji ber vîrusê mirine.
Welatên ku hejmara pêketiyan ji 50 hezarî zêdetir e
Piştî DYAyê welatên ku hejmara pêketiyan 50 hezarî zêdetir e wiha hatine rêzkirin:
Rûsya (561 hezar û 91), Hindistan (368 hezar û 389), Îngiltere (299 hezar û 251),Îspanya (291 hezar û 763), Îtalya (237 hezar û 828), Îran (195 hezar û 51), Almanya (190 hezar û 179), Şilî (184 bin 449), Tirkiye (182 hezar û 727), Pakistan (160 hezar û 118), Meksîka (159 hezar û 793), Fransa (158 hezar û 174), Erebistana Siûdî (141 hezar û 234), Kanada (99 hezar û 853), Bangladeş (98 hezar û 489), Çîn (83 hezar û 293), Qeter (83 hezar û 174), Afrîkaya Başûr (80 hezar û 412), Belçîka (60 hezar û 244), Kolombiya (57 hezar û 46), Belarus (56 hezar û 32) û Swêd (54 hezar û 562).
Li van welatan hejmara miriyan jî wiha ye:
"Brezîlya 46 hezar û 655, "Îngiltere 42 hezar û 153, Îtalya 34 hezar û 448, Fransa 29 hezar û 575, Îspanya 27 hezar û 136, Meksîka 19 hezar û 70, Hindistan 12 hezar û 274, Belçîka 9 hezar û 675, Îran 9 hezar û 185, Almanya 8 hezar û 927, Kanada 8 hezar û 254, Rûsya 7 hezar û 660, Peru 7 hezar û 257, Swêd 5 hezar û 41, Tirkiye 4 hezar û 861, Çîn 4 hezar û 634, Şilî 3 hezar û 615, Pakistan 3 hezar û 93, Kolombiya 1864, Afrîkaya Başûr 1674, Bangladeş 1305, Erebistana Siûdî 1091, Belarus 324 û Qeter 82." (AY/FD)